KON-MED: Xwedîderketina li zimanê dayikê berpirsyariya dîrokî ye
KON-MED'ê bang kir, ku ne tenê di vê roja salê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir xwedî li ziman û çanda Kurdî derkevin û bi pêş ve bibin.
KON-MED'ê bang kir, ku ne tenê di vê roja salê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir xwedî li ziman û çanda Kurdî derkevin û bi pêş ve bibin.
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li tevahiya gelan bi taybetî jî li gelê Kurd hate pîrozkirin û hate gotin, "Neteweya Kurd xwedî zimanekî dewlemend e. Di dîroka Rojhilata Navîn de timî êriş li ser zimanê Kurdî hatiye kirin. Dagirkerên li Kurdistanê her tim xwestine ku rê li ber pêşketina zimanê Kurdî bigrin û bidin pişaftin."
KON-MED'ê bi bîr xist, ku di serî de dewleta Tirk a dagirker, hêzên dagirker ên li çar parçeyên Kurdistanê siyaseta tunekirinê li ser gelê Kurd dewam dikin û got, "Zimanê me didin pişaftin. Lewma Kurd li welatê xwe mane dîl û lawaz û ji ber vê yekê heya niha jî standarteke Zimanê Kurdî nehatiye diyarkirin."
KON-MED'ê destnîşan kir ku berpirsyariya wan a dîrokî ew e ku ji her demê bêhtir xwedî li çand û zimanê xwe derkevin, bi pêş ve bixin û wiha dewam kir, "Her wiha ji bo ku di deryaya çandên gerdûnî de cihê xwe bigire tevbigerin. Li ser vê bingehiê careke din roja watedar a Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li tevahî gelên cîhanê û gelê Kurdistan pîroz dikin û bi taybetî em li dayikên xwe yên Kurd, mamoste, nivîskar, zimanzan û zimanhêzên zimanê Kurdî pîroz dikin. Her wiha bang dikin ku ne tenê di vê roja salê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir xwedî li ziman û çanda Kurdî derkevin û bi pêş ve bibin."