Li Tirkiyeyê di nava mehekê de herî kêm 111 karker mirin

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di nava meha Çileyê de herî kêm 111 karkeran di komkujiyên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG'ê, meha Çileyê herî kêm 111 kedkaran jiyana xwe ji dest dan.

100 ji wan karkerên bi mûçe (karker û karmend), 11 jî yên li ser hesabê xwe dixebitîn (cotkar û dikandar) bûn.

Li gorî raporê piraniya karkeran di karên înşaet, rê, metal, bazirganî, buro, perwerde, barhilgirî, tenduristî, şaredarî, karên giştî, stargeh, daristan û çandinî, madenkarî, kîmya, tekstîl, enerjî û ewlekariyê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî raporê karker herî zêde li bajarên Stenbol (14), Kocaelî (12), Îzmîr (8) û Denîzliyê (7) jiyana xwe ji dest dan.