Hevserokên Turgutlu yên HDP'ê hatin girtin

Hevseokên navçeya Turgutlu yên HDP'ê Mesût Hayrî Boku û Naîle Gumuştaş hatin girtin.

Hevserokên navçeya Turgutlu ya Manîsayê Mesût Hayrî Boku û Naîle Gumuştaş 14'ê Sibatê hatibûn destgîrkirin. Piştî ku 8 rojan bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin, Boku birin Girtîgeha Tîpa T ya Manîsa û Naîl Gumuştaş birin Girtîgeha Tîpa E'yê ya Manîsayê.

STENBOL
Rêveberên navçeya Esenyurtê Taner Karadaş, Muat Turgut, Çayan Yilmaz, Metîn Burukanli, Kiyasettîn Kut, Selamî Yaman, Abdullah Arinan, Hevserka MATUHAYDER Esîn Çelîk, nûçegihan Vîldan Atmaca û Ismaîl Çelîk, Ibahîm Erol û Suleyman Erzengîn ên ku 14'ê Sibatê hatibûn destgîrkirin birin Edliyaya Stenbolê ya li Çaglayanê. 

Tevlêbûna li bîranîna Deniz Poyaz a ku hatî qetilkirin ji bo 12 kesên ku hatin destgîrkirin sûc hate hesibandin.