ROJEVA 20'Ê SIBATA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Fîlmê li ser berxwedana Kobanê wê piştî 6 mehan bê weşandin. Mîna berxwedana Kobanê, di amadekirina fîlm de jî sînemagerên ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek gelan bi rengekî çalak cih girtin.

- Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da û got, zimanê dayikê mafekî civakî ye, lewma astengiya li pêşiya xwendina bi Kurdî qirkirina herî mezin e.

- Bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê wê li Kurdistanê çalakî bêne lidarxistin, daxuyanî bêne dayin.

- Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman ku ew ne li benda vexwendina HDP'ê ya ji bo civîna 6 partiyên muxalefetê bûn û ragihand, her tifaq xwedî nexşeyeke rê û pîvanan e.

- Parlamentera EAG'ê Stefanie Prezioso û aktîvîst Flurin Bucher destnîşan kirin, ku bicihikrina PKK'ê li lîsteya 'terorê' biryareke şaş û neheq e û bal kişandin ser têkoşîna PKK'ê û gelê Kurd a li dijî DAÎŞ'ê.