Malbatan li pêşiya girtîgehê bal kişandin ser greva birçîbûnê

Malbatên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Tekîrdagê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de kom bûn. Di çalakiyê de hate diyarkirin li girtîgehan êşkence û tacîz heye.

Ji bo girtiyên di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de di greva birçîbûnê de ne, malbatên girtiyan ji bajarên cihê hatin pêşiya girtîgehê. Parlementera HDP’ê Oya Ersoy jî piştgirî da çalakiyê. Malbat piştî hevdîtina xizmên xwe, daxuyanî dan û bal kişandin ser grevên birçîbûnê. 

Di çalakiyê de Ersoy got “Di du mehên dawîn de cenaze ji vir derketin. Yek jî teşebusa xwekuştinê pêk hat. Girtiyekî nexweş jî heye ku gardiyanan li wî dabû û derbeke giran xwaribû.”

LI GIRTÎGEHAN ÊŞKENCE Û TACÎZ HEYE

Ersoy diyar kir ku li vir 12 girtî ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger û got “Tekane daxwazeke girtiyan heye ku ew bi rêveberiya girtîgehê bicivin û pirsgirêkan çareser bikin. Mehek e li benda mûxataban in. Li girtîgehan tacîz û êşkence heye.Her hefte ji girtîgehan girtiyekî nexweş jiyana xwe ji dest dide. Peywira dewletê ev e ku van mirinan bide sekinandin.”

Aslihan Yildirim a ku dêya girtiyê bi navê Mehmet Yildirim e diyar kir kurê wê 17 sal in di girtîgehê de ye û got “4 caran emeliyat bûye. Ez bi vî halê xwe yê nexweş hatim hevdîtina wî. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Bila hesreta dayîkan biqede.”