Parêzerên Abdullah Ocalan daxwaza hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû li du saziyan kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû li du saziyan kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê dan ku karibin muwekîlên xwe bibînin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployekê dîl hatiye girtin, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.
Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi Abdullah Ocalan re axaftin hatibû kirin, lê ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdanên parêzeran hemû bêbersiv têne hiştin.