‘Berdan tên astengkirin, girtiyên nexweş dimirin!’
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de hat destnîşankirin ku bi astengkirina serbest berdana girtiyên nexweş wana terkê mirinê dikin.
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de hat destnîşankirin ku bi astengkirina serbest berdana girtiyên nexweş wana terkê mirinê dikin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 517'emîn de çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li avahiya komeleyê li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Kerem Boran (77), Ehettîn Kaynar (72) û Ferzende Elbî (72). Di çalakiyê de pankarta "Kerem Boran, Ehettîn Kaynar, Ferzende Elbî bila bên berdan" hat daleqandin û wêneyên wan hatin vekirin. Di çalakiyê de Berdevkê Komîsyonê Mehmet Acettîn axivî.
Mehmet Acettîn, derbarê rewşa her sê girtiyên nexweş de diyar kir ku emrê wan mezin in û rewşa wan giran e û wiha got: "Kerem Boran, Ehettîn Kaynar û Ferzende Elbî ku ji ber nexweşiyên xwe hatine berdan dema ku tedawiyên wan hatine kirine careke din hatin girtin. Di xwe gihandina tenduristiyê de girtî pirsgirêkan dijîn. Şert û mercên giran ên ji ber pandemiyê li girtiyan hatine afirandin li ser jiyana girtiyan xetereyeke mezin çêdikin. Daxwazên wan ên ji bo înfazê nehatin qebûlkirin û di nava çar dîwaran de tên hêlandin da ku bimirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Acettîn, daxwaz kir ku înfaza her sê girtiyên nexweş bê talqoqkirin û ji bo tedawiyê bên berdan û ev bang kir: "Em li vê derê careke din bang li raya giştî dikin û dibejin bila hinekî din rewşa girtiyên nexweş bişopînin."
ENQERE
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Guler ê ji sedî 94 astengdar e û xwest were berdan.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 389’emîn de çalakî li dar xist. Çalakî li ber avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê hat lidarxistin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Guler ê ji sedî 94 astengdar e û li Girtîgeha Rihayê ya Jimara 2’yan a Tîpa T’yê tê rgirtin.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî da û da zanîn ku Emîn Guler 30 salî ye û 6 sal nexweş e. Yazmaci diyar kir ku Emîn Guler ji ling û milê xwe felc bûye û ji sedî 94 astengdar e û derfetên tedawiya wî nayên dabînkirin. Yazmaci ji bo dermankirin û berdana Emîn Guler bang kir û got ku divê demildest pêşiya berdana wî were vekirin.