Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, çû serdana Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Yuregîrê ya ku di rojên borî de li Edeneyê rastî êrîşên nîjadperestî hat.
Di saetên serê sibê de bi sedan kes li ber avahiya Yuregirê kom bûn, govend gerandin û dirûşmeyên ‘HDP gel e“ berz kirin.
Hevseroka HDP Pervîn Bûldan ji aliyê gel ve bi çoş hate pêşwazîkirin.
Li vir Bûldan, axaftinek kir û spasiya kesên ku tevî hemû êrîşan HDP hembêz kirine kir û got ku li pişt êrîşên li dijî HDP'ê hikûmet heye.
Bûldan, qetilkirina Denîz Poyraz a li Îzmîrê û êrîşên li dijî Rêxistina Navçeya Bahçelîevlerê ya partiya xwe bi bîr xist û got: "Li pişt vê êrîşê yên ku Komkujiya Roboskî kirine hene. Nefikirin ku HDP bi tenê ye, bi milyonan li pişt me hene. Em heta îro bi gelek êrîşên bi vî rengî re rû bi rû mane, lê me tu carî gav paşde neavêtiye, em bêhêvî nebûne. Berovajî vê yekê em li hemberî van êrîşan bi hêztir bûn. Ji bo azadkirina Tirkiyeyê û aştiya Tirkiyeyê em kedeke mezin didin. Êrîşên we wê tu carî nikaribin pêşiya vê bigirin. Pêdiviya vî welatî bi edalet, aştî û demokrasiyê heye.“
Bûldan, spasiya kesên ku li hemberî êrîşan li ber xwe dan û avahiyên navçeyê tijî kirin kir û got: “Xwedîderketina we wê pêşî li êrîşên bê de bigre. Xwedîderketina wiha bi heyebet nabe para tu partiyan. Em partiyeke wisa ne ku em li ser berdêla ku bi salan hatiye dayîn radiwestin. Em silavên xwe pêşkêşî gelê Edeneyê û we dikin.”