Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 98’emîn de ye. Dayika girtiyê nexweşê giran Civan Boltan, Nazîme Boltan bi lêv kir ku edalet wê ji herkesê re lazim be. Boltan, bi bîr xist ku ji bo Edaletê çûn heta Enqereyê û wiha got: “Heta niha edalet nehatiye. Ji ber ku em kurd in ne dixwazin me bibînin ne jî bibîhizin. Ji bo wan edalet tiştekî îfade nake. Ji ber cenazeyên zarokên me dernekevin em ê li vir bin.”
Herdem Merwanî jî bal kişand ku di Nobeta Edaletê de 98 roj li pey xwe hiştin û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li girtiyan pîroz kir.
WAN
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin jî kete roja 71’an. Çalakiya îro hevjîna Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin Dilşah Alkan û bavê Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Kazim Tîmûr domand. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) Şaxê serdana malbatê kirin.
Rêveberê HDP’a Şaxê Nezîr Îldenîz diyar kir ku piştgiriya çalakiya malbatan dikin û bal kişand ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê kurd 40 sal in didomin lê van polîtîkayan nekarî gelê kurd têk bibe. Îldenîz, bi lêv kir ku divê demildest daxwazên malbatên bi cih werin û wiha got: “Daxwazên malbatan daxwazên me ne jî. Divê demildest girtî bên berdan. Em bawer dikin ku ev têkoşîna dayikan a bi rûmet wê bigihe armanca xwe.”
ÎZMÎR
Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyan ve li Baroya Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja xwe ya 7’an de berdewam dike. Dayikên girtiyan çalakiya ku îro li ber baroyê li hundirê avahiya baroyê dabûn destpêkirin berdewam kirin. Dayika Denîz Poyraz ê li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin Fehîme Poyraz jî beşdarî çalakiyê bû.
Endamên Meclîsa Parêzgeha Îzmîrê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî çûn serdana xizmên girtiyan.
Fehîme Poyraz diyar kir ku înfaza kurê wê Suleyman Poyraz hatiye şewitandin û got ku ew ê ji niha û pê ve nobetê bigire. Poyraz got, “Em dixwazin Aysel Tûglûk û bi hezaran girtiyên nexweş li derve bin. Li girtîgehê nayên dermankirin, xirabtir dibin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehê derkevin."
Ji aktîvîstên Nobeta Edaletê Hanîfe Gumuş jî diyar kir ku kurê wê 25 sal in di girtîgehê de ye û wiha pêde çû: "Bila cenazeyên girtiyan neyên. Ji bo zarokên me ji girtîgehê derbikevin divê piştgirî bê dayîn. Bi taybetî jî girtiyên bi temen mezin di rewşek dijwar de ne. Ew ne di rewşekê de ne ku li xwe binerin. Lê di hucreyên yekkesî de dimînin."
Hanim Sever jî xwest tecrîd bi dawî bibe û diyar kir ku ew ê ji bo zarokên xwe çi ji destê wan bê wê bikin. Sever da zanîn ku kurê wê Medet Sever ê ku bi nexweşiya pişikê ya kronîk e emeliyat bûye, lê dermankirina wî hatiye taloqkirin û got, "Bila tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê bi dawî bibe."
Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz jî got, "Çi sûcê girtiyan heye? Ji ber ku Kurd in? Wekîl û şaredarên me girtî ne. Ma dewlet ev e? Li dijî diz, qatil, tecawizkaran dengê xwe dernaxin, lê fikra siyasî sûc dibînin.”
Endamê HDK'ê Ertugrul Barka bal kişande ser tişta ku li cenazeya dayika girtiya nexweş Aysel Tûglûk hat kirin.
Hevberdevkê Meclîsa HDK'ê ya Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul jî diyar kir, "Çalakiyên Nobeta Edaletê pîroz û şoreşgerî ne. Pêwîste em jî piştgiriyê bidin vê çalakiya şoreşgerî. Em piştgiriyê didin mafê zimanê zikmakî yê Kurdên li çar parçeyan dijîn û rojên wan pîroz dikin."