Karkerên Mîgrosê ên li ber xwe dan bi serketin
Karkerên depoyê yên Mîgrosê ku ji ber meaşê kêm û derxistina ji kar bi rojan e li ber xwe dan, bi serkeftinê bi serketin.
Karkerên depoyê yên Mîgrosê ku ji ber meaşê kêm û derxistina ji kar bi rojan e li ber xwe dan, bi serkeftinê bi serketin.
Li ser berxwedana karkerên ku di depoyên Migrosê de dixebitin, bi daxwaza zêdekirina mûçe, prîm, ewlekarî û tenduristiya karkeran û baştirkirina şert û mercên xebatê, di civîna rêveberiya Migros û DGD-SEN’ê de li hev kirin.
DGD-SEN’ê bi nivîskî daxuyaniyek da û diyar kir ku wan li hev kiriye û karker bi serketine.
DGD-SEN’ê ragihandin ku li ser derxistina ji kar, zêdekirina mûçe, prîm, tenduristiya karkeran, ewlehiya kar û pirsgirêkên din ên li kargehê lihevkirinek hatiye kirin.
DGD-SEN’ê anî ziman ku bi navbeynkariya Halûk Levent bi beşdariya rêveberiya Migrosê û di bin garantiya Us Groupê de civînek hatiye lidarxistin. DGD-SEN'ê diyar kir ku di encama piştevaniyê de civîn bi erênî encam bûye.