ROJEVA 22'Ê SIBATA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji fermandarên HPG'ê Hawar Sûrûç anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd ji bo gerîla xeta sor e û got, "Di sala 24'an de ji bo azadiya Rêber Apo em ê bi h er awayî fedakariyê bikin û li ber xwe bidin. Ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve em û gelê me ji vê re amade ne."

- Mamoste Hisên Kara: Stûneke esasî ya netewebûn û civakê ziman e. Mirina ziman mirina neteweyê ye. Ziman ruhê civakê ye, ziman biçe civak diçe. Bila Kurd xwedî li hebûn û ruhê xwe derkevin. Li ber daxwaz dijmin rabe, her yek li mala xwe dibistanekê ava bike. 

- Li Helebê ku sala 2012'an di bin dorpêçiya çeteyên El Nûsra û SMO de bû, şahidên hovîtiya li zindana Mislimiyeyê Mûhammed Hesen Mûstafa û Şêxmûs Berazî qala wê demê kirin.

- Koma nû ya çalakiya 'Nobeda Azadiyê' diyar kir ku çalakiya nobedê kurtasiya têkoşîna azadiyê ya Kurdan e û got, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê misoger bibe.