Akar û Barzanî li ser mijara PKK’ê li Munîhê civiyabûn

Wezîrê Parastinê yê Millî yê Tirk Hûlûsî Akar destnîşan kir ku li Mûnîhê di civînên cuda cuda yên li gel Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî de li ser mijara PKK’ê axivîne.

Li Elmanyayê Konferansa Ewlekariya Munîhê hate lidarxistin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî cuda cuda li gel Wezîrê Parastinê yê Millî yê Tirk Hûlûsî Akar re civiyabûn.

Derket holê ku di civînên ku cuda cuda hatin kirin de mijara esasî ya li gel Barzaniyan hate gotûbêjkirin, PKK ye.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî beşdariya Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê de ji rojnamevanan re nirxandinên xwe kir.

Hate ragihandin ku di civînê de li ser rewşa Iraq û Sûriyeyê nîqaş hatine kirin û lihevkirin jî pêk hatiye.

Hûlûsî Akar qala êrîşên dagirkeriyê yên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û êrîşên xwe rewa da nîşandan.

Akar li ser hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî her wiha Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn ev agahî parve kir: “Hewldana me ew e ku di zûtirin dem de em derdorên ‘terorê’ yên ku nîzam, întîzam, aramî û aştiyê têk dibin ji hev cuda bikin. Di vê vê mijarê de me hem bi Wezîrê Karên Derve Huseyîn re, hem bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hem jî bi Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kirin. Di vê mijarê de em hemû jî wekî hev difikirîn. Di mijara têkoşîna li dijî ‘terorê’ û tunekirina wê ya di demekî herî nêz de, me li hev kir. Min pir bi vekirî ji wan re ev tişt got; ev e 40 sal in em têdikoşin. Em dixwazin êdî jê xelas bibin. Lewma jî ‘terorîst’ li ku bin, ew der di hedefa me de ye. Me ev rêgeza xwe anî bîra wan.”

Hêjayî bibîrxistinê ye piştî êrîşa 1’ê Sibatê ya li ser Rojava, Mexmûr, Şengal û herêmên Parastinê yên Medyayê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyeyê bû.