ROJANE
Hemû Nûçe
-
Encu: Li dijî şer û mêtingeriyê berê xwe bidin Kartalê
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu anî ziman ku çareya yekane, qewirandina mejiyê vê desthilatdariyê ye, ku di polîtîkaya şer û tundiyê de israr dike. Encu bang li gelan kir ku tevlî mîtînga li Stenbolê bibin. -
ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Zilma li hemberî girtiyên nexweş hat şermezarkirin
Malbatên girtiyên nexweş ên li Îzmîrê Nobeta Edaletê didomînini gotin, “Heta ku em sax bin emê têbikoşin.” -
Êrîşkarê êrîşê avahiya HDP’ê kiribû îfadeya xwe guhert
Beşar Elalî yê êrîşkarek ji êrîşkarên êrîşê avahiya HDP’ê ya Yuregîrê kiribûn bû, îcar got ku wî êrîş bi Mahmût Kendîrcî re kiriye. -
HDP: Divê Tirkiye bes gefê li Şengalê bixwe
HDP’ê şehîdên fermana Şengalê bi bîr anî û diyar kir ku êrîşên qirkirinê dewam dikin. HDP'ê got, "Em piştgiriya têkoşîna hebûnê ya gelê Êzidî dikin. Divê Tirkiye bes gefê li Şengalê bixwe." -
Rewşa aboriya Tirkiyeyê xerabtir dibe
ENAG’ê, enflasyona Tîrmehê wek ji sedî 176,04 nîşan da. TUÎK’ê jî rastî berovajî kir. -
Tîma bersivdanê ya YPS'ê li Stenbolê çalakiya sabotajê kir
Tîma Bersivdanê ya Îskender Qendîl a YPS'ê ragihand ku li Stenbolê li hemberî trafoyekî çalakiya sabotajê kiriye. -
HDK’ê bang li NY kir ku bila Qirkirina Êzidiyan nas bike
Meclîsa Gel û Baweriyan a HDK’ê bi wesîleya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila bi awayekî fermî qirkirinê nas bikin. -
Milîsên HBDH'ê febrîqeyeke 'alîgirê desthilatdariyê' şewitandin
Milîsên Suleyman Cîhan ên HBDH'ê ragihandin ku li Aydinê febrîqeyeke kaxizan a 'piştevanê desthilatdariya faşîst' bi çalakiya sabotajê şewitandine. -
Sarinc û televîzyonê nadin rojnamevanên Kurd
Omer Çelîk jî di nav de 12 rojnamevanên Kurd ji Girtîgeha Tîpa D a ya Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa F hatibûn kirin. Ebrû Gorken a ku xwişka Omer Çelîk e diyar kir mehek derbas bûye lê hê jî rêveberiya girtîgehê ne televîzyon û ne jî sarinc nedaye girtiyan. -
ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li navçeyên Stenbolê xebatên vexwandinê ji bo mîtînga HDP’ê hat birêvebirin
Xebatên HDP’ê ya ji bo vexwendina mîtînga 7’ê Tebaxê ya li Stenbolê li navçeyên wê hat kirin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî girseya bangewaziyê da. -
Di rûniştina Doza Kobanê de bal hat kişandin li ser bêhiqûqiyê
Siyasetmedarên di rûniştina Doza Kobanê de axivîn bal kişandin li ser bêhiqûqiya dadgehê. Rûniştin taloqî 4’ê Tebaxê hat kirin. -
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlê xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
FEDA’yê li dijî gefa komkujiyê ya li ser Êzidiyan banga piştevaniyê kir
FEDA’ya di salvegera Komkujiya Şengalê de daxuyanî da, got ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê, tiştê DAIŞ’ê bi ser nexistiye ew dixwaze bi ser bixe. FEDAyê banga piştevaniya Êzidiyan kir. -
DFG: Êrîşî 13 rojnamevanên din hate kirin, 77 rojnamevan hê jî girtî ne
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) diyar kir di meha Tîrmehê de êrîşî 13 rojnamevanên din hatiye kirin, 16 malper hatine qedexekirin. Li gorî rapora DFG’ê 77 rojnamevan hê jî girtî ne. -
Yildirim: Wextê birayê min zêde nema ye
Erkan Yildirim serdana birayê xwe Gokhan Yildirim kir ku bi daxwaza darizandina adîl di rojiya mirinê de ye û got, birayê wî êdî nikare bimeşe, li ser kursiyê hatiye hevdîtinê û dema wî zêde nema ye. -
Di dema AKP'ê de 978 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
Hevserokê ÎHD'ê yê Enqereyê Fatîn Kanat anî ziman ku di dema desthilatdariya AKP'ê de 978 kes li girtîgehan mirin û got, "Ev bîlançoyeke tirsnak e. Cihê şermê ye." -
ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
5 ciwanên HDP’yî hatin destgîrkirin
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji ber ku tevlî çalakiyan bûbûn û daxuyaniya çapemeniyê da bûn, 5 endamên meclîsa ciwanan hatin destgîrkirin û 7 kes jî hatin berdan. -
Doza Kobanê: Ev veguherî dozek a êşkenceyê
Şandeya Dadgehê zorî li Aysel Tûglûk kir ku xwe biparêze, ji vê helwesta şandeyê re nerazîbûn hatin nîşandan û parêzeran gotin: “Ev dozek a êşkenceyê ye.” -
Egîtîm-Senê nerazîbûn nîşanî biryara li ser zimanê zikmakî da
Şaxên Egîtim-Senê yên Amedê nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn da ya ji ber cezayên ku ji ber daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî li endamên wan hatibû birîn. -
ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêxistinên Elewiyan bertek nîşanê êrîşan dan
Êrîşên bi ser cemxane û saziyên Elewiyan ên li Enqereyê de, li gelek bajaran hatin protestokirin. Elewiyan, bang li desthilata AKP-MHP’ê kir û got: “Plan û rêxistinkerên li pişt êrîşan demildest derbixin holê.“ -
Daxwaza azadiyê ji bo Ocalan berfireh dibe
Hejmarek siyasetmedar, nivîskar, hunermend û rewşenbîrên Îranî û Kurdistanî bi nameyeke hevbeş destnîşan kirin ku ji bo avabûna aştiyê li Rojhilata Navîn pêwîste Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.