Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) diyar kir di meha Tîrmehê de êrîşî 13 rojnamevanên din hatiye kirin, 16 malper hatine qedexekirin.
Di rapora DFG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
"Em bi zêdebûna tundiya li ser rojnamevanan re derbasî meha Tîrmehê bûn. Komaleya me û Platforma Rojnamevanên Jinên Mezopotamyayê dema ku xwestin li Ûlûsa Enqerê daxuyanî bidin polîsan bi serda girt û bi lêdan ê şefê Buroya Enqerê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Denîz Nazlim, rojnamevan Sîbel Yukler û nûçegihanê nuçeyên LGBTİ+ yan Yildiz Tar destgîr kirin.
Di her cure şert û mercan de rojnamevan ji bo çêkirina nûçeyan xwedî mafekî azad in. Lê belê li Tirkiyê sînorên pêkanîna vê ‘azadiyê’ her ku diçe şêlû û xumam dibe. Li Enqerê di kêliya polîs êriş bir ser 'Meşa Rûmetê' jî gaza îsotê pir ji nêz ve bi kar anîn û kirin çavê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emel Vural. Her wiha nûçegihana KaosGL.org’ê Asli Alpar ji ber mudaxeleya polîsan ji nigê xwe birîndar bû.
Êrişên li dijî rojnamevan ne tenê ji aliyê polîs, leşker û hêzên dewletê ve pêk tê. Me pir diêşîne ku êrişên wisa bê yom bi destê hin aliyên civakê ve jî pêk tên. Di meha Tîrmehê de nûçeyeke êrişê ya bi destê parêzerkê pêk hat ket ser malperên nûçeyan. Parêzer Fevziye Karaer êrişî nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Yakûp Demîr kir. Ji ber êrişa Karaer nûçegîhan Demir ji ser çavê xwe birîndar bû.
Mijara girtina 16 rojnamevanên Kurd hem ji aliyê rojnamevaniyê ve hem jî ji aliyê azadiya ramanê ve ji rojevê nakeve. Tirkiye û cîhan mijarê ji nêz ve dişopîne. 16 rojnamevan di 8’ê Hezîranê de di serdegirtina malan de hatibûn destgîrkirin û di 16 hezîranê de dadgehê bi angaşta ‘Endamtiya Rêxistinê’ biryara girtinê wan dabû û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa D a Amedê.
Li gor çavdêriya rapora me ya Tîrmehê 77 rojnamevan li Tirkiyê di girtîgehê de ne. Em bi vê munasebetê dibêjin li dijî çapemenî û azadiya ramanê divê her cure zext, sansur û tundiya heyî bê bidawîkirin. Rojnamevanî bi destgîrkirin, bi darizandinan, bi sansurkirinê, bi zext û tundiyan nayê astengkirin.”