Li gelek bajaran bertek nîşanê êrîşên bi hevwextî yên li dijî cemxane û saziyên Elewiyan ên li Enqereyê hat nîşandan. Bi pêşengiya saziyên Elewiyan, saeta êrîş pêk hatin li Îzmîr, Edene, Amed û Dersimê bi hevparî daxuyanî hatin dayin.
Di çalakiya rêxistinên Elewiyan ên Îzmîrê li ber Navenda Turkan Saylan a Alsancakê li dar xist de bê navber dirûşmên “Em teslîmê tariyê nabin“, “Li dijî faşîmzê hevgirtin“ û “Xelasî bi tena serê xwe nîn e ya bi hev re ya jî hîç“ hatin berzkirin.
Rêvebira Navenda Giştî ya Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Gulbahar Kaplan a daxuyanî xwend, got: “Hûn nikarin me ji doza wekhevî, azadî û demokrasiyê bikin. Tevî hemû êrîşên di dîrokê de li me hatine kirin bi heman çavî li 72 neteweyan nihêrtiyê û em ê wisa dewam bikin.“
Kaplan got ku ew bi aşkerehî hişyariyê li hikûmetê dikin û wiha pê de çû: “Bi fam û feraseta xwe ya hûn cemxaneyan nas nakin û statuyek a yasayî nadin wan, hûn zemîn ji van êrîşan re amade dikin. Ên ev êrîş dane kirin û yên kirine, derbixin holê, nexwe wê mirov ji we bikevin şik û gumanê.“
‘BERPIRSÊN ÊRÎŞAN AKP-MHP YE‘
Di daxuyaniya li ber Cemxaneya Rezan a Şaxê Amedê yê Komeleya Çandê ya Pîr Siltan Ebdal (PSAKD) hat kirin de, hat diyarkirin ew ê ji bo derxistina holê ya yên êrîş kirine têbikoşin lê bila xelk li dijî provokasyonan hestiyar be.
Bi pişt re Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û got: “Ê ku ev êrîş kiriye ne bi tenê provokatorek e. Berpirsê êrîşê desthilatdarî ye ku cemxaneyan wek cihê perestyariyê qebûl nake. Wek hemû ziman û baweriyên din mafê wekheviyê yê me hemûyan heye. HDP di heman demê de partiya Elewiyan û baweriyên din e.“
Beştaş, gotina Serokkomarê Tirk a “êrîşê mizgeftan kirin“ bi bîr xist û behsa êrîşa bi ser cemxaneyan de kir û destnîşan kir ku divê demildest berpirsên êrîşan derxînin holê.