5 ciwanên HDP’yî hatin destgîrkirin
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji ber ku tevlî çalakiyan bûbûn û daxuyaniya çapemeniyê da bûn, 5 endamên meclîsa ciwanan hatin destgîrkirin û 7 kes jî hatin berdan.
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji ber ku tevlî çalakiyan bûbûn û daxuyaniya çapemeniyê da bûn, 5 endamên meclîsa ciwanan hatin destgîrkirin û 7 kes jî hatin berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgêriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de, bi ser malên rêvebirên navçe û bajêr ên endamên Meclîsa Ciwanan a Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatin girtin. Polîsan deriyên malan şikandin û endamê Meclîsa Partiyê (PM) a HDP’ê Lîvan Orman, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Beşîktaşê Orhan Ozoner, endamên meclîsa ciwanan Arjîn Emektar, Ahmet Bayazit, Roj Medrîn Bor, Adem Ayata, Mehmet Salîh Dîkmen û Îsmaîl Toptamûr destgîr kirin. Wextê destgîrkirinê yên 8 kesên ku birin Midûriyeta Emniyeta Stenbolê, 4 rojan dirêj kirin. Ji ber heman lêpirsînê, li Wan û Mûglayê jî 4 kes hatin destgîrkirin.
Kar û barên îfadeyê yên 8 kesên ku li emniyeta Stenbolê, ji duh êvarê û şûn ve destpê kir. Hat zanîn ciwanên HDP’yî ji ber xebatên siyasî û dengên telefonan, bi “endamtiya rêxistinê” hatine sûcdarkirin. Piştî ku kar û barên îfadeyê bi dawî bû, her 8 kes sewkî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Her 4 kesên ku li Wan û Mûglayê jî, bi Pergala Pêkhateya Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade dan dozgêriyê.
7 KES HATIN BERDAN
Piştî îfadeyên dozgêriyê Ahmet Ayata, Orhan Ozonur û Dundar Guven bi tedbîra kontrola edlî ji bo berdanê sewkî Dadgeha Ceza û Silhê hatin kirin. Ahmet Beyazit, Arjîn Emektar, Îsmaîl Toptamûr, Lîvan Orman, Mazlûm Buyukkaya, Mehmet Salîh Karatay, Mehmet Salîh Dîkmen, Roj Medrîn Bor û Savaş û Goktur bi daxwaza destgîrkirinê hatin sewqkirin.
Ahmet Beyazit, Îsmaîl Toptamûr, Lîvan Orman, Mehmet Salîh Karatay û Mehmet Salîh Dîkmen ên ku li dadgehê lêpirsîna wan bi dawî bû, hatin destgîrkirin û kesên din jî hatin berdan.