Li navçeyên Stenbolê xebatên vexwandinê ji bo mîtînga HDP’ê hat birêvebirin

Xebatên HDP’ê ya ji bo vexwendina mîtînga 7’ê Tebaxê ya li Stenbolê li navçeyên wê hat kirin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî girseya bangewaziyê da.

Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên têkildarî mîtînga ku wê di 7’ê Tebaxê bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtîngeriyê re na” li navçeya Kartalê li dar bixe, li qadan didomin. Rêxistinên bajêr û navçeyan ku parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê jî di nav de di çarçoveya vexwendina ji bo mîtîngê de belavok belav kirin û gel vexwend Mîtîngê. Bangawaziyên ji bo tevlêbûna mîtîngê li navçeyên weke Sûltanbeylî, Bahçelîevler, Maltepe, Kartal, Çekmekoy, Beyoglû, Beylîkduzu, Avcilar û Pendîkê li gelek navçeyên Stenbolê hate kirin.

Rêveberên bajêr û navçeyan pêşbendên ku bi Kurdî û Tirkî li ser wan “Aştî dijîne” , “Bi hev re” , “Em HDP’yî ne li her derê ne” hatibû nivîsandin li xwe kirin û bi berzkirina dirûşmeyên “Li dijî talanê, neheqiyê û her cure mêtîngeriyê em li qadan in” û “Li dijî şer û mêtîngeriyê çareserî em in” li ser cadeyên herî qelebalix gel vexwendin mîtîngê.

Welatiyan eleqeyeke zêde nîşanî girseya ku banga vexwendina mîtîngê dikir, dan.