Doza Kobanê: Ev veguherî dozek a êşkenceyê

Şandeya Dadgehê zorî li Aysel Tûglûk kir ku xwe biparêze, ji vê helwesta şandeyê re nerazîbûn hatin nîşandan û parêzeran gotin: “Ev dozek a êşkenceyê ye.”

Rûniştina 15’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di roja 5’emîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Îro gelek kesan doz şopand. Endamên Platforma 1000 Hezar Jin ji bo Aysel Tûglûk û parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek parêzer di dozê de amade bûn.

DI DORPÊÇA POLÎSAN DE DAXUYANÎ

Îro bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) darizandina siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ku nexweş e hat kirin. Parêzeran diyar kir ku darizandina Tûglûk tevî ku nexweş e jî bi darê zorê hatiye kirin.

Beşdarên rûniştinê di navbera rûniştinê de li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan çapemeniyê û tahdeya li Tûglûk hatiye kirin, protesto kirin. Polîsan girse dorpêç kir û di nava dorpêçê de daxuyanî hat dayîn.

DOZA ÊŞKENCEYÊ

Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrûl diyar kir ku di Doza Kobanê ya kumpas de dadgeh neserbixwe tevdigere û Doza Kobanê îro veguherî dozek îşkenceyê. Togrûl anî ziman ku heyeta dadgehê îro li ber çavê wan îşkenceyek nebaş, li Aysel Tûglûk kiriye û tevî ku nexweşiya wê giran e jî berdan û tedawiya wê tê astengkirin. Togrûl destnîşan kir ku bi darê zorê darizandina Tûglûk hatiye kirin û heyeta dadgehê tevî hemû îtîrazan jî darizandinê berdewam kir. Togrûl banga xwedîderketina li Tûglûk kir û got ew ê vê bêhiqûqiyê qebûl nekin.

NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ ÊŞKENCEYÊ

Hevseroka SYKP’ê Cana Yuce, Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) a Enqereyê Senem Denîz û ji parêzerên dozê Nûray Ozdogan jî axivîn û destnîşan kirin ku îro bi eşkereyî îşkence li Tûglûk hatiye kirin û ew ê vê îşkenceyê û neheqiya li Tûglûk tê kirin qebûl nekin.