Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlê xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlê xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Parêzerên Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan
Rêzan Sarica û Newroz Uysal ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in piştî 8 salan herî dawîn di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribû. 3 sal in hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan tê qedexekirin.