Di rûniştina Doza Kobanê de bal hat kişandin li ser bêhiqûqiyê
Siyasetmedarên di rûniştina Doza Kobanê de axivîn bal kişandin li ser bêhiqûqiya dadgehê. Rûniştin taloqî 4’ê Tebaxê hat kirin.
Siyasetmedarên di rûniştina Doza Kobanê de axivîn bal kişandin li ser bêhiqûqiya dadgehê. Rûniştin taloqî 4’ê Tebaxê hat kirin.
Li ser êrîşa DAÎŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn rûniştina Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja şeşan de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Rûniştina dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di rûniştinê de gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din amade bûn.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di rûniştinê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li rûniştinê bûn.
Piştî navberê, siyasetmedar Ayla Akat Ata ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bû û da zanîn ku ewraq ji wan re nehatine şandin. Piştre jî dozger mutalaaya xwe bi kurtasî vegot. Ata piştre mafê axaftinê girt û wiha got: “Me beriya niha jî gotibû ku di piştperdeya van bûyeran de hêzên cuda hene. Ev sê roj in hemû mekanîzmayên Tirkiyeyê dibêjin Tirkiye bi provakasyonên nû re rû bi rû ye. Vê êrîşê têkiliya xwe bi êrîşa par a li dijî Denîz Poyraz hatiye kirin re heye. Faîlên rast ên 6-8’ê Cotmehê li derve ne û dixwazin me jî ji ber Pêvajoya Çareseriyê ceza bikin û em di hundir de ne. Ji bilî îfadeyên şahidên nepen, tiştek di destê dozger de nîne. Di hizûra dadgehê de derket holê ku ev şahid derewan dikin. Lewma tiştekî rast nîne ku mutalaa li ser îfadeyên van bê amadekirin.”
Bi domdarî Ata ev tişt anî ziman: “Armanca twîtê, provakasyon nebû. Wê demê ez li pêşiya partiya xwe rastî êrîşê hatim. Heke min bixwesta dikariya her kesî rakim ser pêyan. Lê ez siyasetmedar bûm û min nekir. Dozger, îfadeyên îtîrafkarî têxe dosyayê. Hûn bi derewên hinek kesan me didarizînin. Bi îdiaya endamtî û rêveberiyê têm darizandin lê delîl tune ne. Di hemû daxuyaniyên min de banga aştiyê tê kirin. Min ji doza wan mitîngan beraet kir. Dema mijar dibe kurd, kesek li piştperdeya wê nanihêre. Yên ku niha ji bo cemxaneyan dibêjin ‘bila berpirsyar bên dîtin’, ji bo Denîz Poyraz heman tişt negotin. Wê demê me got; ‘em berpirsyaran dizanin’ lê ew got ‘hûn nikarin hesabê bipirsin, hûn tenê dikarin bibin berpirsyar.’ Mesele ne meseleya twîtekê ye, mesele krîmînalîzekirina partiyê ye.
Ji bo ku kesek bi sedema bûyerên 15’ê tîrmehê neyê darizandin, biryarname hate weşandin. Ji bo kesên di pêvajoya çareseriyê de cih digirtin jî neyên darizandin qanûn hat derxistin. Baş e lê ma ew qanûn derbasdar nîne? Heke agahiya dewlet û îstîxbaratê jê nebe gelo em ê çawa biçin giravê? Min tu kaset ji rêxistinê re neşandine. Kasetên ku şahidê nepen qala wan dike, dîmenên xebatên lijneya giştî ne. Wê demê wesayîta min li pêşiya avahiya partiyê hate dizîn û kaset di wê wesayîtê de bûn. Ez bi wezareta karên hundir re axivîbûm û wesayît dîsa dabûn min. Ew kaset li cem îstîxbaratê ne. Jê bixwazin wê ji we re bişînin. Wê demê wê bînin bê ka çi tê de heye.
Kesên wê demê ji Kobanê hatibûn li welêt hatin bicihkirin. Heta ji wan qismek jê li baxçeyê Dibistana Amadeyî ya Fenê ya Pirsûsê hatin bicihkirin. Heta 7’ê cotmehê jî bûyerek derneket. Lê di şeva 7’ê cotmehê de li Êlihê ciwanek hate qetilkirin û piştre jî bûyer dest pê kirin. Baş e lê çima navê vî ciwanî ji dosyayê hate derxistin. Hûn jî dikarin vê pirsê bikin. Li gundê Alîzerê dibistaneke nû hatibû çêkirin. Midûrê dibistanê nifteya dibistanê da me da ku kesên hatin lê bicih bikin. Haya walîtiyê jê hebû. Wê demê sûc nebû lê niha bû sûc? Divê hêzên li pişt van bûyeran bên tespîtkirin. Heke hûn dixwazin ceza bidin me, bidin. Ma ji bilî me siyasetmedar nînin? Ev ne tişta destpêkê ye û ne jî wê bibe ya dawî. Dibe ku siyasetmedarên niha ji rewşê memnûn bin. Cenaze diçin bajarên cuda. Dibe ku ew memnûn bin lê ez memnûn nînim û qebûl nakim.”
Piştre jî Dîlek Yagli, derheqê mutalaayê de axivî û wiha got: “Dozger dibêje girêdana wan bi hev ve heye lê li hêla din dibêje delîl tune ne. Gelo têkiliya wan bi îfadeyên şahidan hatiye danîn? Heke erê be, li gorî kîjan îfadeyî? Divê îdianame baş lê were vekolandin ji ber ku îfadeyên hev nagirin dikin bingeha wê.” Piştre jî Selahattîn Demîrtaş mafê axaftinê girt û got ku îdianame ji wî re nehatiye şandin û wê piştre biaxive. Fîgen Yuksekdag jî got ku îdianame 15 deqe berê jê re hatiye şandin û wê piştre biaxive.
Şandeya dadgehê rûniştina dozê da 4’ê Tebaxê.