ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyaniyek da û bang li alîgirên maf û heqîqetê kir ku li dijî Yezîtên vê serdemê, li ser xeta Huseyîniya hemdem tevbigerin.

- Di beşa duyemîn a çîroka nûhat de em ê rûyê xiyanetê, her wiha lehengiyê bibînin.

- Rêxistin, kom û kolektîfên jinan ên ji Katalonyayê, qetilkirina sê fermandarên jin bi êrîşa dewleta Tirk şermezar kirin û gotin, "Ronahî û berxwedana we digihêje xaka me û bi vê germahiyê em jî tevlî têkoşîna azadiyê dibin."

- Rojnameya Serxwebûnê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê kir manşet. Her wiha cih da mijarên tecrîdê, Şoreşa Rojava ku ketiye sala xwe ya 10'an û gelek mijarên din nirxand.

- Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin di hejmara xwe ya 209'an de cih da rojevên Tebaxê ku di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e.