Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), ji ber salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî ragihand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Êzidî hêj jî rû bi rûyê gefa komkujiyê ne û wiha hat gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê yên dewleta Tirk a qirker û pergala emperyalîst a kapîtalîst bi rêxistin kirin û bi rê ve birin, 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşê Şengalê kirin û fermana 74’an a Êzidiyan rakirin. Bêdengmayîna cîhanê ji vî sûcê bi şirîkatiya dewleta Tirk re, rê li ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê xweş kiriye û ferman hêsantir kiriye.”
‘BI BERXWEDANÊ BI DEH HEZARAN ÊZIDÎ RIZGAR BÛN’
Di daxuyaniyê de bertek nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî hat nîşandan û wiha hat gotin:
“Bi Berxwedan û ked û fedakariya Kurdistaniyan a li çar parên welat û ya dostên wan, hewila rakirina ji holê ya bi tevahî ya Êzidiyan hat pûçkirin.
Hêzên azadiyê yên Kurd bi wêrekî, pûtepêdan û qehremanî bi deh hezaran Kurdên Êzidî rizgar kirin û kirin ku li ser axa xwe ya qedîm bi serbestî bijîn. Li ser vî esasî ji bo qetlîam û fermanên din çênebin, Êzidiyan, hêzên xwe yên parastina cewherî û jiyana xweser a demokratîk ava kirin û bi vî awayî şert û mercên jiyana jiyandina ziman, çand û baweriya xwe pêk anîn. Tirkiye, Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê, rêveberiya xweser a Şengalê krîmînalîze dikin da ku bi destwerdan û êrîşan wê ji holê rabikin. Lewma hêj ber li komkujiya Êzidiyan nehatiye girtin. Dewleta Tirk a ferqa wê ji DAIŞ’ê nîn e, gefan li rêveberiya xweser a Êzidiyan dixwe, ji hewayê û erdê ve êrîşan dibe bi ser Şengalê. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê tiştê DAIŞ’ê bi ser nexistiye dixwaze bi ser bixe. Dixwaze ku Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike.’’
Em komkujiya çeteyên hov ên DAIŞ’ê li ber çavên cîhanê li Êzidiyan kir, şermezar dikin. Di serî de NY, em bang li hemû mirovahiyê dikin ku vê komkujiyê nas bikin. Em wek Elewî dibêjin ku em piştevanê gelê qedîm ê Mezopotamyayê Êzidiyan in. Em bi statuya xweser a Şengalê re ne.”