ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Koordînasyona KJK'ê qurbaniyên komkujiya Şengalê bi bîr anî û got, "Civak û saziyên navneteweyî, tevgerên jinan, hêzên demokratîk divê li ber êrîşên dewleta Tirk rabin ku dewama fermanê ye."

- KCK'ê êrîşên faşîst ên li ser saziyên Elewiyan şermezar kir û got, têkoşîna demokrasiyê ya li hemberî van êrîşan tê wateya nûkirina rastiya Huseyînî.

- Hevserokê ÎHD'ê yê Enqereyê Fatîn Kanat anî ziman ku di dema desthilatdariya AKP'ê de 978 kes li girtîgehan mirin û got, "Ev bîlançoyeke tirsnak e. Cihê şermê ye."

- Erkan Yildirim serdana birayê xwe Gokhan Yildirim kir ku bi daxwaza darizandina adîl di rojiya mirinê de ye û got, birayê wî êdî nikare bimeşe, li ser kursiyê hatiye hevdîtinê û dema wî zêde nema ye.

- Ramazan Toptaş ku bi navê Sari Îbrahîm dihate naskirin, yek ji fermandarên PKK'ê yên wêrek, fedakar û hezkiriyê welêt bû. Ji sala 1982'an heta 2006'an weke gerîlayekî Kurdistanê gelek caran tevlî şer bû û bi hezaran ciwanên hatin çiyê kir gerîla.

- KON-MED'ê ji bo çalakiyên di salvegera Qirkirina Êzidiyan de li Elmanyayê bêne lidarxistin banga tevlîbûnê kir.