Yildirim: Wextê birayê min zêde nema ye
Erkan Yildirim serdana birayê xwe Gokhan Yildirim kir ku bi daxwaza darizandina adîl di rojiya mirinê de ye û got, birayê wî êdî nikare bimeşe, li ser kursiyê hatiye hevdîtinê û dema wî zêde nema ye.
Erkan Yildirim serdana birayê xwe Gokhan Yildirim kir ku bi daxwaza darizandina adîl di rojiya mirinê de ye û got, birayê wî êdî nikare bimeşe, li ser kursiyê hatiye hevdîtinê û dema wî zêde nema ye.
Gokhan Yildirim ê ku li Taxa Gazî dima ji ber ku li dijî firotina madeyên hişbir a li Taxa Gazî derket, hat destgîrkirin û bi awayek derhiqûqî 46 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Gokhan Yildirim bi daxwaza darizandina adîlane, 221 rojin di rojiya mirinê de ye. Erkan Yildirim serdana birayê xwe yê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîdagê kir û wiha got: “Birayê min êdî nikare bi meşe, bi sendeliya bi teker anîn hevdîtinê.”
Erkan Yildirim têkildarî rewşa birayê xwe ji ANF’ê re axivî.
Yildirim diyar kir ku herî dawiyê roja Çarşema borî, wî serdana birê xwe Gokhan kiriye û bal kişand ku her ku diçe rewşa wî ya tenduristiyê xirab dibe. Yildirim da zanîn ku ji ber derizîna demarên dest, pê û pozê birayê wî soratî, moratî û birîn çêbûne û wiha got: “Ji ber van birînên destê xwe, êdî nikare name binivîse. Ji ber êşa movikên xwe, şevê nikare birazê û êdî bê arîkarî nikare bi meşe, neçar dibe ku sendeliya bi teker bi kar bîne. Dema ku hatî cihê hevdîtinê jî, bi sendeliya bi teker hat. Piştre rabû ser piyan, pêngav bi pêngav karî were cem me.”
‘DI DEWLETEK BI HIQÛQ A NORMAL DE, DAXWAZÊN KU NAYÊN NÎQAŞKIRIN’
Yildirim ragihand ku birayî wî her roja ku derbas dibe, di bedena xwe de dihele û destnîşan kir ku divê demildest daxwazên wî bên bên qebûlkirin.
Yildirim bal kişand ku daxwazên birayê wî Gokhan û Sîbel Balaç ku di rojiya mirinê de ne, rewane û dikarin bên pêkanîn û wiha pêde çû: “Ev daxwaz di dewletek bi hiqûq a demokratîk û normal de, ji bo xistina rojevê nayên nîqaşkirin. Ji xwe ev daxwazane mafên ku di zagona bingehîn de hene û hatine qezenckirin. Ev daxwaz çine? Di serî de daxwaza darizandina adîlane û dawî li darizandina ku bi îspatên dîjîtal, nepenên veşartî û nepenên îtirafkar tê bi rêve birin anîn, berdana girtiyên nexweş, taloqkirina cezayên ku ji kesên li dijî dejenerasyonê têkoşiyan, qanûna cezayê muebetê ya hatî girankirin ji bo başiya girtiyan bê guhertin, rakirina zext û qedexeyên li ser girtiyan, asteng nekirina maf û azadiya gel û têkoşîna edaletê.”
DAXWAZA HEMÛ GELAN
Yildirim da zanîn ku birayê wî ji ber ku li dijî firotina madeyên hişbir û dejenerasyonê derketiye, bi awayek bê hiqûqî hatiye girtin û 46 sal ceza jê re hatiye birîn. Yildirim bi bîr xist ku li Konyayê dozgêrê ku qaşo bi sûcên terorê re mijûl dibe, baroya madeyên hişbir bû û polîs jî weke qasidê wî bûn û got: “Ev nîşan dide ku Tirkiye di bazara madeyên hişbir de hatiye çi astê. Gokhan jî ji ber ku li dijî vê hişmendiyê têkoşiya, hat cezakirin. Ji xwe yek ji daxwazan jî ne darizandina kesên li dijî madeyên hişbir radibin, darizandina baronên madeyên hişbir e.”
Yildirim îşaret pê kir ku Sîbel Balaç daketiye 48 kîloyan, Gokhan jî daketiye 42 kîloyan û bi bîr xist ku her ku diçe wext kêm dibe, hêj nebûyî dereng divê her kes bikeve nava liv û tevgerê.
Yildirim anî ziman ku li Tirkiyeyê yek ji mafên ku herî zêde tê binpêkirin, mafê darizandina adîlane ye, daxwaza Sîbel û Gokhan daxwaza hemû gelan e û banga xwedî derketinê kir.
Yildirim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sîbel Balaç û birayê min ji bo daxwazên rewa û yên ku dikarin bên pêkanîn, roj bi roj mîna berfê dihelin. Divê demildest ev daxwaz bên pêkanîn.”