Rewşa aboriya Tirkiyeyê xerabtir dibe

ENAG’ê, enflasyona Tîrmehê wek ji sedî 176,04 nîşan da. TUÎK’ê jî rastî berovajî kir.

Li gor daneyên Tîrmehê yên Saziya Daneyan a Tirkiyeyê ya bi fermana desthilata AKP-MHP’ê dixebite, enflasyona salane bûye ji sedî 79,6, a mehane jî bûye ji sedî 2,37.  Li gor daneyên TUÎK’ê ku tevî talîmatan nikare têkçûyîna aboriyê veşêre, li gor heman meha sala çûyî tiştê herî kêm zêde bûye bi ji sedî 25,79 ragihandin, tiştê herî pir zêde bûye jî bi ji sedî 119,11 veguhastin e.

Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG), rêjeya enflasyonê ya meha Tîrmehê wek ji sedî 176,04 da xuyakirin. Li gor daneyên ENAG’ê Endeksa Buhayê Serfkar (E-TUFE) meha Tîrmehê ji sedî 5,03 zêde bûye. Li gor daneyan, ji serê salê heta bi niha enflasyon bûye ji sedî 80,35.

Li gor ENAG’ê mirov binekomên TUÎK’ê wek nîşane qebûl bike, ketina mehane ya herî zêde kêmek ji sedî 1,44 di veguhastinê de bûye. Li gor daneyan, mirov binekomên TUÎK’ê wek nîşane qebûl bike, rabûyîna mehane ya enflasyonê ya herî zêde bi ji sedî 12,8 di cil û ber û pêlavan de bûye.