ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li aqûbeta zarokên di nezaretê de hatin windakirin, hate pirsîn
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê li aqûbeta zarokên bi navên Îlyas û Zekî Dîrîl pirsî. Her du zarok piştî ku hatibûn destgîrkirin, hatibûn windakirin. -
Derbarê qetlîama li Taksîmê 8 kesên din hatin destgîrkirin
Bi îddîaya ku têkiliya wan bi teqîna bombeyî ya li Taksîmê heye, 8 kes hatin destgîrkirin. -
Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci : Ez ê ji bo heqîqetê têbikoşim
Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk daxuyanî da hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê, bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê. -
Li Kerkûkê çeteyan 4 leşkerên Iraqê kuştin, li Hemrînê operasyonek hate destpêkirin
Li Kerkûkê çeteyan 4 leşkerên Iraqê kuştin, artêşa Iraqê jî li Çiyayê Hemrînê li dijî çeteyan operasyonek da destpêkirin. -
Sefaretxaneya DYE ya Hewlêrê li ser êrîşên dagirkeriyê ya Tirk hişyariyek da
Sefaretxaneya Emerîka ya li Hewlerê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker wê li Herêma Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyoneke dagirkeriyê bike û her wiha hişyarî da welatiyên xwe. -
ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Di Girtîgeha Bakirkoyê de êşkence tê kirin, mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin’
Parlamenterên HDP’ê û Parêzerên OHD’yî têkildarê binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyan di Girtîgeha Bakirkoyê de, daxuyanî da û got: “Îdia tê kirin ku di girtîgehê de êşkence tê kirin, mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin.“ -
Enqereyê di 8 mehan de 45 hezar Efgan dersînor kir
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan diyar kir dewleta Tirk di 8 mehan de 45 hezar Efgan dersînor kiriye û xwest dersînorkirina mirovan were sekinandin. -
Li Stenbolê ji girtiyên nexweş re azadî hat xwestin
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê di Nobeta Edaletê de xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan. -
Hejmara meha Mijdarê ya Kovara Yurtsever Gençlîk derket
Hejmara meha Mijdarê ya Kovara Yurtsever Gençlîk ku dengê ciwanên Apoyî ye derket. -
Li Girtîgeha Eregliyê tecrîd û greva birçîbûnê dewam dike
Li Girtîgeha Eregliyê ku greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li dijî şert û mercên tecrîda giran dewam dike, tecrîd hate kûrkirin. -
Li Mersînê işaret li ser malên Elewiyan hate danîn
Li Mersînê bi rengê sor işaret li ser pênc malên Elewiyan hate danîn. Walîtiyê îdîa kir ku "ji ber neyartiyê" kiryareke bi vî rengî qewimiye. -
Hevserokê DAD'ê yê Enqereyê: Hedê kesî nîne ku Elewîtiyê pênase bike
Hevserokê DAD'ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak diyar kir, ku bi qanûna li meclîsê hate qebûlkirin re tê xwestin ku 'Diyaneta Elewî' bê avakirin û got, "Hed û mafê kesî nîne ku Elewîtiyê li gorî xwe pênase bike." -
Teqîna li Taksîmê: 17 kes hatin girtin
Bi hinceta êrîşa bombeyî ya li Taksîm a Stenbolê, ji kesên hatin destgîrkirin 17 kes hatin girtin. -
ROJEVA 18'Ê MIJARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tetikkêşê qetlîama Dedeogûllari 7 caran bi cezayê hetabihetayê hat cezakirin
Mehmet Altûn ê ji malbata Dedeogûllari 7 kes qetil kirin, 7 caran bi cezayê hetabihetayê hat cezakirin. Dadgehê, bersûcên din berdan. -
Li Girtîgeha Kalkandereyê binpêkirina mafên mirovan
Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, rêveberiya girtîgehê qawişên girtiyan guhert û televîzyon, sarinc û pirtûkên girtiyan ji wan girt. -
Fermandarekî Heşdî Şebî: Em amade ne Tirkiyeyê ji xaka Iraqê derxîne
Bi zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser serwerî û ewlehiya xaka Iraqê re nerazîbûn jî zêde dibe. Fermandareke Heşdî Şebî anî ziman ku hikûmet erê bike, amade ye Tirkiyeyê ji ser xaka Iraqê derxîne. -
ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Karkerên Nexweşxaneya Zanîngeha Koçê dest bi berxwedanê dikin
Karkerên taşeron ên endamên DÎSK-Dev Saglik-Îş’ê, li dijî şertên xebatê yên bi koletî ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Koçê li wan tên ferzkirin, dest bi berxwedanê dikin. -
Kampanyaya bi dîmen ya li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî berdewam e
Li Swêdê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk kampanyaya “Tu jî dîmenekê bikişîne û dengê xwe bide bihîstin“ berdewam e. -
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 139’emîn de didome
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê taloqkirin ji bo dawî li sepana tecrîda li girtîgehan were di roja 139’emîn de berdewam kir. -
Girtiyê nexweş binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê nivîsand
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Eniya Kedkarên Cemaweriyê yê bi nexweşiya Kronîk a Crohn Fatîh Ozgur Aydin ê li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê girtî ye, behsa binpêkirinên mafên wan ên li girtîgehê kir. -
Rêxistinên Elewiyan: Em ê li her herêmê kom bibin, têkoşînê mezin bikin
Rêxistinên Elewiyan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê ragihandin ku ew ê li her herêmê civînan lidar bixin û têkoşînê mezin bikin. -
Şandeyek ji BES’ê serdana malbata Şenyaşar kir
Serokê Giştî yê BES’ê Bahadir Berdîcîoglû serdana malbata Şenyaşar a ku li Rihayê têkoşîna xwe didomîne kir û diyar kir baweriya bi edalet û darazê tu deman bi qasî vî demî qels nebûye.