ROJEVA 18'Ê MIJARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku PKK'ê li kurdistanê civakeke nû afirandiye û got, "Têkoşîna li Kurdistanê li nava mirovahiyê, jinan, ciwanan, gelan û bindestan belav dibe. Di nava PKK'ê de xwe dibînin. PKK wê berfireh bibe û kes nikare pêşî li vê bigire."
- Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku dîroka 44 salan a PKK'ê mîna destanekê ye û got, "Gerîla 7 meh in di heman çeperê de şer dike. Kurdan di dîroka xwe de ti carî li heman çeperê 7 mehan şer nekiribû."
- Gerîlayên ku li qadên berxwedanê yên Zapê 2 drone îmha kirin, anîn ziman ku dewleta Tirk teqemenî li droneyan bar kir, li pêşiya tunelên şer teqand, lê nekarî bi ser bixîne.
- Li gorî rêxistinên jinan li Rûsyayê her 40 deqeyî carekê jinek tê kuştin. Desthilatdariya mêr ku dixwaze tundî mîna amûrekê li ber dest bimîne, li gel delîlên tibî jî nahêle ku jin dozê veke, jinê sûcdar dike.