‘Di Girtîgeha Bakirkoyê de êşkence tê kirin, mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin’

Parlamenterên HDP’ê û Parêzerên OHD’yî têkildarê binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyan di Girtîgeha Bakirkoyê de, daxuyanî da û got: “Îdia tê kirin ku di girtîgehê de êşkence tê kirin, mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin.“

Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildarê binpêkirina mafê girtiyan di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de bi şandeyeke parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bike. Beriya hevdîtinê ber girtîgehê ji aliyê gelek polîsan ve hat girtin.

Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum û Dilşat Canbaz û endamên OHD’ê parêzer Berîvan Bekçî, Eda Onal û Şeyma Onal xwestin bi rêvebiriya girtîgehê hevdîtinê bikin lê bi boneya “midûr ne li vir e, li civînê ye“ hat astengkirin. Bi pişt re têkildarê mijarê li ber girtîgehê daxuyanî ji bo çapemeniyê hat dayîn. 

BEHSA ZILMA DI GIRTÎGEHÊ DE HAT KIRIN

Parlamenterê HDP’ê Dilşat Canbaz diyar kir ku ew têkildarê pirsgirêkan ji bo hevdîtinê bi rêvebiriya girtîgehê re bikin, hatine, lê sê roj in bersiva wan nayê dayîn. Dilşat anî ziman ku derdê rêveberiya girtîgehê ne çareserkirina pirsgirêkan e, lê veşartin e.

Canbaz da xuyakirin ku girtî pir û ji nişkan ve tên sirgûnkirin û wiha axivî: “Girtiyên nexweş, nexweşên hepatît b’yê, yên felc ên ji navê berjêr çûne hene. Nayên tedawîkirin. Pirsgirêkên cidî hene, rêveberî xwe nade ber çareserkirina wan. Em ê li ber Girtîgeha Bakirkoyê û meclîsê behsa van bikin.“ 

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Endama Desteya Rêvebir a OHD’ê Edal Onal jî derbirî ku bi guherîna rêveberiya girtîgehê di sala 2021’ê de binpêkirina mafan zêde bûye. Onal bi lêv kir ku binpêkariyên sereke yên di girtîgehê de astengkirina mafê tedawîbûnê ye. Onal da zanîn ku daxwaza girtiyan a hevdîtina bi malbatên xwe re tê redkirin û şertên paqijî û hewadariyê bi cih nayên anîn, mehên havînê kêzik çêdibin.

Onal di dawiya axavtina xwe de bang li Wezareta Edaletê kir ku bi erka xwe rabibe.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum got ku heta pirsgirêk çareser bibin ew ê ji ya xwe neyên xwarê.