Enqereyê di 8 mehan de 45 hezar Efgan dersînor kir

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan diyar kir dewleta Tirk di 8 mehan de 45 hezar Efgan dersînor kiriye û xwest dersînorkirina mirovan were sekinandin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe de diyar kir ku Tirkiye bi berdewamî bi deh hezaran Efgan ji sînorên Îranê dehf dide yan jî guh nade daxwazên wan ên parastinê yên navneteweyî, wan dişîne Efganistanê.

Rapor bi sernavê "Kesî ji min nepirsî ez çima ji Efganistanê derketim" hatiye weşandin. Rapora ku ji 79 rûpelan pêk tê destnîşan dike ku ji dema Talîbanê di Tebaxa 2021’an de dest danî ser Efganîstanê, Tirkiyeyê dersînorkirin û qebûlnekirina Efganan zêdetir kiriye.

Li gorî raporê, Tirkiyeyê di 8 mehên destpêkê yên sala 2022'an de 44 hezar û 768 Efgan bi rêya hewayî dersînor kiriye. Ev hejmar li gorî heşt mehên ewil ên sala 2021’an ji sedî 150 zêde bûye.

Rêveberê Mafên Penaber û Koçberan ê HRW’ê Bill Frelick got, "Divê Tirkiye dev ji dersînorkirina Efganan berde û firsenda îltîcayê bide Efganan.”