Li Girtîgeha Eregliyê tecrîd û greva birçîbûnê dewam dike
Li Girtîgeha Eregliyê ku greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li dijî şert û mercên tecrîda giran dewam dike, tecrîd hate kûrkirin.
Li Girtîgeha Eregliyê ku greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li dijî şert û mercên tecrîda giran dewam dike, tecrîd hate kûrkirin.
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku di 4’ê Cotmehê de li dijî binpêkirinên mafan û şert û mercên giran ên tecrîdê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Konya Ereglî hatibû destpêkirin, ji 16’ê Mijdarê û vir ve bêdem-bêdorveger dewam dike. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) di 11'ê Mijdarê de çûn girtîgehê.
ASTENGÎ, TECRÎD Û ÊŞKENCEYÊN DERÛNÎ
Nûnerên saziyên mafên mirovan û hiqûqî yên ku çûn serdana girtiyan, diyar kirin ku girtiyên bi navê Faîk Budak, Fatîh Baran û Remzî Akyurek li dijî şert û mercên giran ên tecrîdê di 16'ê Mijdarê de çalakiya xwe ya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dikin. Nûnerên saziyên sivîl diyar kirin ku, girtî şert û mercên girtîgehê wiha anîne ziman:
“Em 23 saetan tu mirovî nabînin. Ev êdî bûye şideta derûnî. Di odeyan de tenê pencereyek heye û hemû pencere bi hesin hatine girtin. Ji ber dîwar û têlan em asîman jî nabînin. Em cilên xwe di oda xwe de dişon û di hucreya ku lê dimînin de zuha dikin, lê cilên me bi rojan zuha nabin. Ji ber ku mafê me yê cilûbergê kêm e, em neçar dimînin bi rojan cilên qirêj li xwe bikin. Ji ber em cil li odeyên xwe radixin, em nexweş dikevin. Li odeyên me ketil, TV û radyo tune. Em ji weşana rojname, kovar, pirtûk hwd. jî sûdê nagirin. Ji ber ku rêjeya ava germ û sar rojane bi kota ye, mîqdara avê têra paqijkirinê nake. Her tim ji aliyê hin gardiyanên girtîgehê ve em tên tacîzkirin, destûr nadin ku em silavan jî li girtiyên din bikin.”
Girtî Cengîz Akkaya di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku tevî 6 sal cezayê girtîgehê bi dawî bûye jî nehatiye berdan û got, “Mîna mahkûmekî giran li hundir di nava tecrîdeke giran de têm ragirtin. Ji ber heqareta li Serokkomar, ceza dan min û berdana min dirêj kirin. Gelek hevrêyên me yên bi vî rengî hene. Ne tenê ji ber hejmara me ya zêde em nebirin odeyên 3 kesî, her çend cezayê wan qediyabe jî ji ber şewata înfazê di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Şert û mercên li vir bi rastî dijwar in, ji ber vê yekê hevrêyên me dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Li dijî van şert û mercên giran ên tecrîdê, em ê jî di rojên pêş de tevlî vê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bibin. Heta van şert û mercên giran ên tecrîdê bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”