ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar dikin ku wan di 44’emîn salvegera damezrandina PKK’ê de xwe di her alî de di serketinê de kilît kirine.
- Dewleta Tirk di van 40 salên dawî de ne tenê li dijî gerîlayên azadiyê, di heman demê de ji bo têkbirina hemû berxwedan û serhildanên gelê Kurd ên di sedsala dawî de gazên kîmyewî û jehrî bi kar anî.
-Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got, “Şexsê azad, jina azad, gelên azad û rûmeta azad rastiya Rêber Apo ye. Rêber Apo meşa azadiyê ya bênavber û bêdawî ye, heqîqeta jiyana demokratîk û azad e.”
- Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji bo ku li ber xwe nedin jinên li qawîşa mehkûman û girtiyan, di hewşa bêhnstendinê de girtin û hemû malzemeyên wan ên paqijiyê desteser kirin.
-Nazîle Efxemî, ji bo serhildana gel ya ku li Îranê kete meha xwe ya duyemîn got “Piştî vê demê êdî veger tune. Armancek heye û ji bo vê armancê gavên xurt tên avêtin. Jinên Kurd di dîrokê de, tiştekî wisa kirin ku wê tu carî neyên jibîrkirin.”
- Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe got ku 'Jin jiyan azadî' di 25'ê Mijdara îsal de weke sloganeke girîng mohra xwe demê da û got “Divê hemû jin xwedî li vê derkevin.”
- Çalakiyên li gelek navendên Ewropayê yên li dijî êrîşên kîmyewî ku dewleta Tirk dibe ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, wê werin şopandin.
-Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê û Piştevaniyê wê çalakiyên li Kurdistan û Ewropayê bên şopandin.