ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ciwanên HDP’yî li dijî êrîşan meşiyan
Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê, ji bo protestokirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk, bi çepik, fîkîn û berzkirina dirûşmeyan meşiyan. -
Bal kişandin ser rewşa jinên girtî yên nexweş
Lê bajarên ji bo girtiyên nexweş çalakî hat lidarxistin. Bi boneya 25’ê Mijdarê bal kişandin ser jinên girtî yên nexweş. -
Li Êlihê îskeleya avahiyê hilweşiya, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Êlihê di avahiya Camiya Esentepeyê de îskele hilweşiya, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. -
MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
Endamên jin ên MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin û diyar kirin ku ew ê xwedî li êşa Emîne Şenyaşar derbikevin. -
TTB: Em ê têkoşîna demokrasî û azadiyê bidomînin
TTB'ê ji bo Şebnem Korur Fîncanci ya dîl tê ragirtin li Amedê daxuyaniyek da û got, "Em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina demokrasî, aştî, serxwebûna zanistê, azadiya ramanê û tenduristiya gel bidomînin." -
Polîsan çalakiya xizmên windayan asteng kir
Polîsan çalakiya xizmên windayan û ÎHD’ê ya ji bo Tahîr Elçî asteng kirin. Xizmên windayan li Êlîhê jî daxuyanî dan. -
HBDH’ê li Îzmîrê li notirvanan xist
Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê li notirvanan xist. Milîsan gotin, “Em ê agirê li Rojava belavî li her derê bikin!” -
Prof Sassolî: Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike
Profesorê hiqûqa navneteweyî Marco Sassolî ku ji bo vekolîna binpêkirina mafê jiyanê li Ûkraynayê hat erkdarkirin, got ku Tirkiye bi êrîşên xwe yên bi ser Bakurê Iraqê û Rojava, peyamên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî binpê dike. -
Gysî Tirkiye şermezar kir, xwest êrîş werin sekinandin
Berdevkê Partiya Çep Gregor Gysî diyar kir ku Kurdan bi têkoşîna li dijî DAIŞ'ê destekeke mezin dane Elmanyayê û xwest êrîşên li ser gelê Kurd were sekinandin. -
ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbolê polîsan êrîşî Nobeta Edaletê kirin: 11 kes hatin destgîrkirin
Li Stenbolê polîsan êrîşî malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de kirin û 11 kes destgîr kirin. -
Li Mersînê 25 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Mersînê avêtin ser malan. Herî kêm 25 kes destgîr kirin. -
Milîsên Taylan Demîrcîoglû li Amedê li polîsan xist
Milîsên Taylan Demîrcîoglû yê HBDH'ê ragihand ku wan li navçeya Kayapinara Amedê polîsên ku dewriye digeriyan xistin. -
Taşdogen: Dewleta Tirk li Îmraliyê sûc dike
Endama OHD'ê parêzer Elîf Taşdogen diyar kir ku dewleta Tirk bi pêkanînên xwe yên li Îmraliyê, bi binpêkirina qanûnên xwe û guhnedana peymanên navneteweyî sûc dike. -
ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
PJAK û KODAR: Pêşengiya jinan wê misogeriya serketina şoreşê be
PJAK û KODAR’ê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke hevbeş dan û gotin; “Bilindkirina asta têkoşînê ji bo parastina hebûna jin û civakê li dijî pergala faşîst, êrîşkar û êşkencekar a Îranê wê misogerkirin serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê be.” -
OHD’ê ya Şaxa Rihayê ji bo hevdîtina Îmraliyê serî li Baroya Rihayê da
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Şaxa Rihayê, li dijî astengkirina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbata wî re, serî li Baroya Rihayê da. -
Ji bo qetilkirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hat dayîn
Ji bo Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê di hucreya yek kesî de hat qetilkirin, biryara neşopandinê hat dayîn. -
Li Eregliyê girtiyên ku dest û pêyê wan tune, xistine hucreyên yekkesî
Li Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Eregliyê greva birçîbûnê didome. Hate diyarkirin sê girtiyên nexweş ên ku dest, mil an jî pêyê wan tune û ji Amedê hatine sirgunkirin, xistine hucreyên yekkesî. -
Girtiyên li Dûmlûya Erziromê li dijî zilmê di greva birçîbûnê de ne
Girtiyên siyasî yê li Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Nimreya 1’an a Dûmlûyê li dijî zilmê di 8’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Ozsoy: Wê mûxalefet dûre gelekî poşman bibe
Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku hikûmet bi êrîşên li ser Kobanê û Rojava dixwaze siberoja welat dîzayn bike û got, "Eger mûxalefeta sereke di nava sînorên lîstika Erdogan de tevbigere, wê piştre gelekî poşman bibe.” -
'Mafê hêviyê divê bi cih bê anîn û mewzûat bê guhertin'
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser dijberiya dewleta Tirk a li 'mafê hêviyê' yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Divê Tirkiye hem li gorî biryara li ser binpêkirinê tevbigere hem jî mewzûatê biguherîne." -
Hevdîtin li girtiyên jin û malbatên wan hate qedexekirin
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê, li girtiyên jin 3 meh cezayê hevdîtinê hate birîn. -
ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.