Derbarê qetlîama li Taksîmê 8 kesên din hatin destgîrkirin

Bi îddîaya ku têkiliya wan bi teqîna bombeyî ya li Taksîmê heye, 8 kes hatin destgîrkirin.

8 kes bi îdiaya ku alîkariya Ahlam Albashir û Bîlal Hassan kirine hatin destgîrkirin. Albashîr ji ber teqîna li Rêya Îstiklalê ya Taksîmê tevî 17 kesan hatibû girtin û hatibû îddîakirin Bîlal Hassan jî reviyaye derveyî welat. Hate diyarkirin hi nav 8 kesan, 5 kes li Bûlgaristanê hatine destgîrkirin.

Hate hînbûn ku kesê bi nasnavê “Hussam” ku li Azezê hate girtin jî anîne Stenbolê. T.A., S.G., M.E.Y., H.A., S.C., H.A, û H.A’yê bi nasnavê H. anîn Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Hate hînbûn ku yek ji kesên hatiye destgîrkirin sewqî edliyeyê hatiye kirin.