Hevserokê DAD'ê yê Enqereyê: Hedê kesî nîne ku Elewîtiyê pênase bike

Hevserokê DAD'ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak diyar kir, ku bi qanûna li meclîsê hate qebûlkirin re tê xwestin ku 'Diyaneta Elewî' bê avakirin û got, "Hed û mafê kesî nîne ku Elewîtiyê li gorî xwe pênase bike."

Hevserokê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Şaxê Enqereyê Mûstafa Karabûdak li ser guhertina têkildarî Cemxaneyan a li meclîsê hate qebûlkirin ji ANF'ê re axivî. Karabûdak anîz iman ku helwesta desthilatdariya siyasî, projeya tunehesibandina baweriyan e û got, "Mejiyê ku berê bi qetilkirina Elewiyan nekarî serî bide tewandin, îro bi asîmîlasyonê, bi afirandina nakokiyan di navbera Elewiyan de, hewl dide oto-asîmîlasyonê pêk bîne. Versiyoneke cuda ya projeya Mizgeft-Cemxaneyê ye ku beriya niha projeya wê danî bûn û nekarî bixe meriyetê."

Karabûdak diyar kir ku paralelî Serokatiya Karên Diyanetê ya ku Îslam a Sûnî ya ser bi desthilatdariya siyasî ve mayinde dike, 'diyaneta' Elewiyan bê avakirin û bi vî rengî nerazîbûn nîşan da: "Bêguman em Elewîtiya sîstemê ya ku di qanûnê de hatiye destnîşankirin red dikin. Em baweriyeke di bin sîwana dewletê de û ser bi Wezareta Çandê qebûl nakin. Bi biryara ku li maseya komîsyona ji 11 kesan re pênasekirina Elewîtiyê hed û mafê kesî nîne. Elewîtî baweriyeke qedîm e. Bilêvkirina gotinekê li ser Elewîtiyê ne karê dewletê ye, ew maf mafê ocaxên me, dayikên me, pîrên me ye."

ÇI DIBÊJIN BILA BIBÊJIN, JI BO ME BÊWATE YE

Karabûdak bi bîr xist ku 7'ê Mijdarê rûspiyên Elewiyan, nûnerên ocax, pîr, dayik, Saziyên Elewiyan li hev kom bûn, ji bo redkirina qanûnê ber bi meclîsê ve meşiyan, lê belê hêzên polîsan êrîşî wan kirin û bi bîr xist ku 8'ê Mijdara 2022'an li cihê kombûnê polîsan êrîş kirin. Karabûdak li ser wê êrîşa polîsan jî got, "Desthilatdariya ku êrîşî kedkar, karker, mamoste, doktor û perwerdekaran dike, êrîşî Elewiyan jî kir ku qanûna wan qebûl nekir."

Hevserokê DAD'ê Mûstafa Karabûdak got, "Em polîtîkayên têkildarî Elewiyan samîmî nabînin. Çi dibêjin bila bibêjin ji bo me bêwate ye."

EM DIXWAZIN BI BAWERIYA XWIŞK-BIRATIYA GELAN BIJÎN

Karabûdak destnîşan kir ku daxwaza Elewiyan mafê welatîbûna wekhev e û wiha dewam kir, "Daxwaza me ji desthilatdariya siyasî ew e ku li ser bingeha welatîbûna wekhev bi destûra bingehîn a demokratîk pirsgirêkên welatiyan çareser bike. Li vî welatî ne tenê pirsgirêka av, elektrîka cemxaneyan û maeşên pîran heye. Pirsgirêkên me yekpare ne. Beriyar her tiştî divê pirsgirêkên li ser aştî, perwerde, tenduristî, kar û jiyanê bêne çareserikrin. Bi destûreke bingehîn a demokratîk daxwazên gelan divê bêne çareserkirin. Divê karekî welê bê kirin ku mirov karibin bi ol, ziman, bawerî, zimanê xwe yê dayikê bi rengekî azad bijîn û îfade bikin. Dema ku nêzîkatiyeke bi vî rengî hate nîşandan hingî wê pirsgirêkên Elewiyan jî hatibin çareserikrin. Daxwaza me jiyana bi baweriya xwişk-biratiya gelan e."

Hevserokê DAD'ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak di salvegera 85'an a darvekirinê de Seyît Riza bi bîr anî.