Li Stenbolê ji girtiyên nexweş re azadî hat xwestin

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê di Nobeta Edaletê de xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan.

Nobeta Edaletê ya li Stenbolê di hefteya 34’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan ji ber pirsgirêkên tenduristiyê vê hefteyê nekarîn tevlî çalakiya li ber Edliyeya Çaglayanê bibin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû û Zuleyha Gulûm ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobetê, amade bûn.

Beriya nobetê, pêşiya edliyeyê ji aliyê bi sedan polîsan ve hat dorpêçkirin.

Gulum diyar kir ku ji ber ku malbatên girtiyan vê hefteyê tevlî nobetê nebûne, ew ê bi xwe daxuyaniyê bidin. Gulum got, ew ê bibin dengê girtîgehan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan vebêjin.

Gulum bal kişand ser rewşa Mehmet Emîn Ozkan ê ku bi dehan salan di girtîgehê de bi awayek derveyî hiqûqê tê girtin û tevî nexweşiya xwe ya giran nayê berdan. Gulum diyar kir ku Ozkan ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ketiye rewşeke krîtîk û got “Niha jî nayê bîra Ozkan ku ew di girtîgehê de ye. Ew nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne.”

Gulum a ku daxwaza berdana Ozkan kir, anî ziman ku malbatê xwe gihandiye wan û gotiye, "Rewşa Mehmet Emîn Ozkan gelekî xerab e. Dibe ku rewşeke neyînî pêk were.”

Gulum bertek nîşanî bêdengiya Wezareta Tenduristiyê û Midûriyeta Girtîgehan da û diyar kir ku ji bilî Ozkan zêdetirî 1500 girtiyên nexweşiyên wan giran li girtîgehan hene.