Li Kerkûkê çeteyan 4 leşkerên Iraqê kuştin, li Hemrînê operasyonek hate destpêkirin
Li Kerkûkê çeteyan 4 leşkerên Iraqê kuştin, artêşa Iraqê jî li Çiyayê Hemrînê li dijî çeteyan operasyonek da destpêkirin.
Li Kerkûkê çeteyan 4 leşkerên Iraqê kuştin, artêşa Iraqê jî li Çiyayê Hemrînê li dijî çeteyan operasyonek da destpêkirin.
Duh şev li ser rêya sereke ya Silêmanî-Kerkûkê ku nêzîkî bendeke leşkerî ya pêşmergeyan e, komek çeteyên tên texmînkirin çeteyên DAIŞ’ê bin, êrişî leşkerên artêşa Iraqê kirin. Hate ragihandin di êrîşê de 4 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dane.
Ev benda leşkerî ya ku êrişî wê hatiye kirin li ser rêya sereke ya parêzgehên Silêmanî-Kerkûkê ye û nêzî kîlometreyekê ji benda leşkerî ya pêşmergeyan a li Qerehencîrê dûr e.
ARTÊŞA IRAQÊ LI ÇIYAYÊ HEMRÎNÊ OPERASYONEK DA DESTPÊKIRIN
Fermandarê Operasyona Leşkerî ya Diyale Talib Musawî ji medyaya Iraqê re ragihand ku di danê sibehê de artêşa Iraqê operasyonek leşkerî li 5 eniyên li Çiyayê Hemrînê daye destpêkirin.
Talib Musawî destnîşan kir ku armanca operasyonê tunekirina paşmayên çeteyên DAIŞ’ê yên li çiyayê Hemrînê ne.
Rêzeçiyayê Hemrînê bûye baregeha çeteyên DAIŞ’ê û ev yek jî bûye sedem ku xwe ji nû ve birêxistin bikin û êrişî artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan bikin.