Fîncancî got, "Êrîşên li dijî min û TTB’ê ne rewşeke nû ye. Lê di vê rewşê de diyar e ku ew difikirin ku hêza wan di destê wan de ye, di çavê civakê de derfeta bêqîmetkirin û krîmînalîzekirina me bi dest xistine. Lêgerîna li nav malê pêşkêşî medyaya nêzî desthilatdariyê hate kirin û dixwazin heta dawiyê sûdê ji vê firsendê bistînin.
Fîncanci wiha got “Şirîkê wan ê hevpar dixwaze min ji hemwelatiyê derxînin lê ev der welatê min e. Ji dêvila welatekî ku ez ê ne azad bim, bila ez li girtîgehên welatê xwe bim. Ez di girtîgehê de bim jî, ji bo min girîng e ku ez di nav têkoşînê de bim.”
Fîncanci diyar kir ku îzolasyon û tecrîda li ser girtiyên siyasî girantir bûye û got “Nahêlin ku em li korîdoran jî rastî hev werin û di dema hevdîna bi parêzeran de tehamulî silavdayîna me jî nakin.”
Fîncanci diyar kir wê heta niha nekariye girtiyên siyasî bibîne û got “Ez dikarim bibêjim îzolasyona li ser girtîgehên Tîpa F û tecrîd didome.”