Her diçe helwest û nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a di serî de li ser xaka Herêma Başûrê Kurdistanê, binpêkirina serwerî û elehiya Iraqê û taybet bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî zêdetir dibe.
HELWESTA CIDÎ YA IRAQÊ LI PEREXÊ DERKET
Bi taybet piştî êrîşa 20’ê Tîrmeha îsal a li ser Seyrangeha Perex a li Zaxo ku jin û zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes birîndar bûn, helwesta gelê Iraqê û hikûmetê xurt derket holê. Lê piştre hinek aliyên Tirkiye bi hevkariya hinek aliyên navxwe xwestin serê vê bigire û heta astekê jî bêdeng kirin.
‘EM AMADE NE TIRKIYE SER AXA IRAQÊ DERXÎNIN’
Li gorî nûçeya Rojnews ku agahiyan dispêre fermandareke Hêzên Heşdî Şebî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike destnîşan dike ku amade ne xaka Iraqê ji êrîşên Tirkiye biparêzin û ji ser axa Iraqê derbixin.
Fermandarê diyar dike ku ji bo vê yekê bikin jî divê hikûmeta Iraqê vê yekê erê bike, ew ê hesab ji dagirkeran bixwaze. Fermandar bal dikişîne ser wê yekê ku deweta Tirk bi dehan kêlêmetre xaka Iraqê derbaskiriye ji Şengalê bigire heta gelek herêmên Kurdistanê bombe dike, ev yek jî tê wateya binpêkirina serweriya xaka Iraqê.
‘TIRKIYE SEDEMÊ KOÇBERIYÊ YE’
Parlementerê Iraqî Tayir Mexeyf jî qala dagirkeriya Tirk dike û destnîşan kir ku ji bo ewlehiya herêmê gef e. Parlementer Mexeyf anî ziman ku dewleta Tirk çend sale li nava xaka Iraqê êrîş dike ev yek jî dibe sedemê koçberbûna xelkê herêmê, ziyanên mezin digihêje bax û baxçeyên herêmê.
‘DIJÎ SERWERIYA IRAQ Û HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE’
Parlementer Mexeyf êrîşên Tirkiye weke binpêkirinên serwerî, ewlekarî û aramiya welat û dîsa dijî binpêkirinên hiqûqa navneteweyî ye divê rêz ji serweriyê re bê girtin. Mexeyf bang li parlementoya û hikûmeta Iraqê jî kir ku tedbîrên vê yekê bigirin. Her wiha Mexeyf anî ziman ji bo ewlekarî, serwerî û parastina gel divê serî li Neteweyên Yekbûyî bê dayîn.
PDK LÊKOLÎNKIRINA ÇEKÊN QEDEXE ASTENG DIKE
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî HPG’ê bi dîmen û wêne belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî li herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn parve kir û şûnde, rastiya dewleta Tirk a li herêmê şênber hate nîşandan. Li ser vê gelek alî hewl dan ku dest bi lêkolînê bike, tevî ku çend carî şandeyên cuda xwestin biçin herêmê jî lê PDK’ê rê neda vê.
IRAQÊ DESTEYEK YA LÊKOLÎNKIRINA ÇEKÊN QEDEXE Û GAZÊN KÎMYEWÎ AVA KIR
Herî dawî ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê komîsyoneke taybet hat avakirin. Parlamenterê Hevpeymaniya Fetih Refîq Salihî li ser mijarê ji medya Iraqê re axivî û got: “Li Parlamentoya Iraqê mijara bikaranîna çekên kîmyawî ya dewleta Tirk a li ser Herêmê ket rojevê û desteyeke taybet ji bo lêkolînkirina vê mijarê hate avakirin. Wê deste biçe herêma operasyonê û belgeyan kom bike da ku rastî yan jî nerastiya vê mijarê were zelalkirin.”
MIJARA MEREQÊ ŞANDE WÊ BIÇE HERÊMÊN ÇEKÊN QEDEXE LÊ HATÎ BIKARANÎN AN NA?
Li vir gelo mijara mereqê û girîng ew e ku gelo wê ev deste bikare biçe cihê bûyeran û lêkolîna bike? Dîsa wê PDK bikare astengî û rêgiriyê li vê yekê bike? Her wiha wê dosyaya bê amadekirin çiqasî Tirkiye di qada navneteweyî de mehkûm bike û bê dadgehkirin?
Rêveberiya HPG’ê ragihandibû ku her şandeya bê bixwaze lêkolîn bike ew amade ne ku alîkarî bike û belgeyên destê wan pêşkêşî wan bikin.