Li Mersînê işaret li ser malên Elewiyan hate danîn
Li Mersînê bi rengê sor işaret li ser pênc malên Elewiyan hate danîn. Walîtiyê îdîa kir ku "ji ber neyartiyê" kiryareke bi vî rengî qewimiye.
Li Mersînê bi rengê sor işaret li ser pênc malên Elewiyan hate danîn. Walîtiyê îdîa kir ku "ji ber neyartiyê" kiryareke bi vî rengî qewimiye.
Li taxa Batikent a li navçeya Yenîşehîr a Mersînê işaret li ser gelek malên li Sîteya Parkentê hate danîn.
Dîwar an jî deriyê malên kesên bi navê H.Ç., C.L., M.A., Ş.K. û N.C. bi boyaxa sor hatin işaretkirin.
Walîtiya Mersînê bi daxuyaniyekê ragihand ku M.K. ê ku li heman sîteyê dimîne ji ber ku işaret li deriyê du malan daniye, hatiye destgîrkirin.
Walîtiyê her wiha îdîa kir ku bûyer ji ber neyartiya cîranan qewimiye.
Beriya niha jî li gelek bajaran işaretên bi heman rengî li malên Elewiyan hatibûn danîn.