Hejmara meha Mijdarê ya Kovara Yurtsever Gençlîk derket
Hejmara meha Mijdarê ya Kovara Yurtsever Gençlîk ku dengê ciwanên Apoyî ye derket.
Hejmara meha Mijdarê ya Kovara Yurtsever Gençlîk ku dengê ciwanên Apoyî ye derket.
Kovara Yurtsever Gençlîk kevneşopiya weşangeriya xwe didomîne. Kovar ji destpêka weşanê ve bi her curê zext û êrîşê re rûbirû ma. Kovara ku reng û dînamîzma ciwanan derdixe pêş, ligel êrîşên faşîst û astengiyan weşana xwe didomîne.
Kovara Yurtsever Gençlîk ku reng û dengê ciwanên Apoyî dike mijara xwe, di hejmara xwe ya Mijdarê de bi şîara “PKK’ê Romaneke bê dawî ye” ket ber destê xwendevanên xwe.
Di beşa yekemîn a kovarê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di sala 1987’an de têkîldarî 10’emîn salvegera damezrandina PKK’ê kiribû, cih digre.
Di kovarê de nivîsên perspektîf ku derbarê têkoşîna ciwanên Bakurê Kurdistanê ya li dijî faşîzma Tirk û felsefeya Abdullah Ocalan ku di pêşengiya jin û ciwanan de bi şîara "Jin Jiyan Azadi" li hemû cîhanê deng veda, cih digre.
Milîtanekî Şoreşger ku kalibê xwe derbas dike: nivîsa potreyê ya bi sernavê Şehîd Akîf Yilmaz, biraziyê Şehîd Akîf Yilmaz ê navê nemir ya Berxwedana Zindana Amedê ku 31’ê Kanûna 2021’an li Serhedê tevî 5 hevalên xwe gihişt asta şehadetê, Halîl Yilmaz (Akif Yilmaz) cih digire. Di portreya Şehîd Akîf Yilmaz de hevreyê wî wiha dibêje: “Her kesên ku dixwazin bi PKK’ê re bimeşe û mezin bibe, bi taybet ciwanên Serhedê û hemû ciwanên Kurdistanê, pêwîste Şehîd Akîf baş nasbike, têbigihije, hîs bike û bide jiyîn.”
Di hejmara meha Mijdarê a kovarê de gotarên dosya yên li ser 27 Mijdarê û gelek naverokên bi sernavên cuda, cih digrin.
Hûn dikarin bi van hesaban xwe bigihînin kovarê:
https://issuu.com/home/published/kas_m-_aral_k
https://komalen-ciwan.com/category/dergiler/
https://t.me/yurtsevergenclik