Tetikkêşê qetlîama Dedeogûllari 7 caran bi cezayê hetabihetayê hat cezakirin
Mehmet Altûn ê ji malbata Dedeogûllari 7 kes qetil kirin, 7 caran bi cezayê hetabihetayê hat cezakirin. Dadgehê, bersûcên din berdan.
Mehmet Altûn ê ji malbata Dedeogûllari 7 kes qetil kirin, 7 caran bi cezayê hetabihetayê hat cezakirin. Dadgehê, bersûcên din berdan.
Di 12'ê Gulana 2021'ê de li navçeya Meramê ya Konyayê malbata Dedeogûllariyê rastî êrîşeke nijadperest a malbata Keleş û Çalikê hat. Ji ber ku piştî vê êrîşê tevdîrên ji bo parastinê nehatin girtin, 30'yê Tîrmeha 2021'ê tetikkêş Mehmet Altûn 7 ferdên malbata Dedeogûllariyê qetil kir.
Îro rûniştina biryardayînê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Konyayê hat kirin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) Esengul Demîr, Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay, Kemal Pekgoz û Mûrat Çepnî, parlameneterê CHP'ê Levent Gok tev li rûniştinê bûn. Di rûniştinê de Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Nûray Ozdogan, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û serokên gelek baroyan tev li rûniştinê bûn. Çetîn Dedeogûllari yê ji malbata Dedeogûllariyê ew bi tenê maye jî li rûniştinê temaşe kir.
Piştî tespîtkirina nasnameyan belgeyên daxilî nava dosyeyê hatine kirin, hatin xwendin û destpêkê dozgerî axivî. Dozgeriyê li mitaleya xwe ya berê sûcê "binpêkirina bi çekê binpêkirina parêzbendiya avahiyê" jî zêde kir û ji ber vê serokê dadgehê mafê parastina pêvekî da bersûcên midafî û bi dû re jî parêzer axivîn.
Lê ji ber ku daxwaza parêzeran a ji bo berfirehkirina peyketinê ji aliyê şandeya dadgehê ve nehat qebûlkirin û dadgehê jî îdia kir ku ev daxwaz têkildarê dirêjkirina darizandinê ye, parêzerên malbata Dedeogûllari, bi sedema helwesta dadgehê ne bi niyeta baş e û dijhiqûqî ye doza redkirina dadger kir. Şandeya dadgehê li ser vê yekê parêzer ji eywanê derxistin.
Piştî vê dadgehê li hêwana vala ku parêzer ne lê bûn biryara xwe eşkere kir.
Dadgehê li tetikkêş Mehmet Altûn ku 7 ferdên malbata Dedeogûllariyê qetil kirin 7 caran cezayê hetabihetayê, birî. Dadgehê biryara berdana bersûcên din da.