Teqîna li Taksîmê: 17 kes hatin girtin
Bi hinceta êrîşa bombeyî ya li Taksîm a Stenbolê, ji kesên hatin destgîrkirin 17 kes hatin girtin.
Bi hinceta êrîşa bombeyî ya li Taksîm a Stenbolê, ji kesên hatin destgîrkirin 17 kes hatin girtin.
Li Kolana Îstîklalê ya Taksîmê di encama êrîşeke bombeyî de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 81 kes jî birîndar bûbûn. 49 kesên piştî teqînê hatin destgîrkirin, ji bo wergirtina îfadeyê radestî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. 2 kesên destgîrkirî jî piştî îfadeya wan a li emniyetê hatin berdan.
Ahlam Albashir ku tê îdîakirin êrîş kiriye û 16 kes bi daxwaza girtinê radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hatin kirin. 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Têkildarî 29 kesan jî biryara dersînorkirinê hate dayin.
17 kes bi îdîaya "Xerakirina yekbûna welat û yekîtiya dewletê", "Bi bikaranîna bombe, yan jî çekên nukleer, biyolojîk û kîmyewî mirov kuştin, hewl dan mirovan bikujin" hatin girtin.
Ji gumanbaran 3 kes bi tedbîra kontrola edlî hatin berdan.