ROJANE
Hemû Nûçe
-
Beşek mezin a cebilxaneyên aîdî artêşa Tirk hatin desteserkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî êrîşa artêşa Tirk a li ser gunên Rojavayê Minbicê û şûn de di şerê derketî de beşekî mezin cebilxaneyan hatin desteserkirin. -
MLKP: 38. salvegera damezirandina PKK’ê pîroz be
MLKP’ê, 38. salvegera demezrandina PKK’ê, di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gerila û şervan; birîndar, gazî û PKK’yiyên girtî yên di zindanan de, malbatên şehîdan û li gelên Kurdistanî pîroz kir. -
Li Sydneyê salvegera damezirandin PKK’ê hate pîrozkirin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi aktivîteyekê 38’emîn salvegera damezirandin PKK’ê hate pîrozkirin. -
Li Kolikê xwedekar hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Kolikê ya Samsûrê de 6 xwendedar hatin binçavkirin. -
Li Reîmsê 38’emîn salvegera PKK’ê hate pîrozkirin
Li bajarê Reîms ê Fransayê 38’emîn salvegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin. -
27'ê Mijdarê li Moskowayê hate pîrozkirin
38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Moskowayê hate pîrozkirin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li St. Raphaelê hate pîrozkirin
38. salvegera damezrandina PKK'ê li herêma St. Raphael a Başûrê Fransayê, bi şevekê hate pîrozkirin. -
Saziyên Êzidiyan 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin
Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan û Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û bang li dewletên Ewropayê kirin, ku navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê derxîne. -
Ji bo bîranîna Şehîd Çekdar û Şehîd Lecwan li Creîlê tûrnûvaya futbolê hate lidarxistin
Li banliyoya Creîlê ya paytexta Fransa Parîsê, ji bo bîranîna Şehîd Çekdar Botan (Rûhat Tabak) û Şehîd Lecwan Mûnzûr (Adîl Sunger) tûrnûvaya futbolê hate lidarxistin. -
Kongreya Gel a Mezopotamyayê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir
Kongreya Gel a Mezopotamyayê diyar kir, PKK'ê zincîra qedexeyê qetand û gelê Kurd gihand asteke welê ku nema li paş dimîne. -
Li Parîs, Hîldesheîm û Dortmûndê meşên 25'ê Mijdarê
Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarên Hîldesheîm û Dortmûnd ên Elmanyayê, jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî çalakî lidar xistin. -
Li Swîsreyê dirûşma 'PKK gel e gel li vir e' deng veda
38. salvegera damezrandina PKK'ê li Swîsreyê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi coşeke mezin hate pîrozkirin. -
Di Forûma Sosyalîst a Stockholmê de nîqaşa li ser Tirkiye û xweseriya demokratîk
Di Forûma Sosyalîst a Stockholmê de, tevî mijarên nîjadperestî, dijminatiya li biyaniyan û pirsgirêkên çîna karker, îsal rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê û xweseriya demokratîk jî hatin nirxandin. -
Terora Rewşa Awarte li Stûttgartê hate protestokirin
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, li dijî faşîzma AKP'ê û terora Rewşa Awarte meş û mîtîngek hate lidarxistin. -
Pêngavên parastinê û pûçkirina şerê taybet li Bakurê Kurdistanê
Zindîgirtina çand, exlaq, kelepor û mîrateyên civaka me ya dewlemend, xwedîderketina li nirxan, parastina civakê ji êrîşan û vala derxistina şerê taybet, erkê her mirovê kurd ê xwedan wijdan û heysiyet e. -
Li Koreya Başûr nêzî milyonek kes daxwaz kirin ku Serok îstifa bike
Li Koreya Başûr nêzî milyonek kesên ku daketin qadan, daxwaz ji Serokê Dewletê Park Geûn-hey ê ku di derbarê wî de tê îdîakirin ku erka xwe xirab bikar aniye ji peywirê îstifa bike. -
Li Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang
Li Enqereyê çalakiyên ji bo girtiyên nexwşe dewam dikin. Ji aliyê Însatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re çalakî hate lidarxistin, daxwaz jî hatin rêzkirin. -
Meşa dirêj a ciwanan di roja 2’emîn de ye
Meşa dirêj a endamên Ciwanên Azad a bi sirûda “Bê Serok Jiyan Nabe” li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên AKP’ê dabû destpê kirin di roja 2’emîn de dewam dike. -
Protestoyên TV 10 didomin: Dengê Elewiyan nayê bêdeng kirin
Xebatkarên televîzyona TV 10 a ku hatibû gitin, carekî din bi dirûşma “Dengê Elewiyan nayê bêdeng kirin” li Qada Galatasarayê daxuyanî da. -
Qirkirina siyasî didome: Li 3 bajaran binçavkirin û girtin
Li Enqere û Sêrtê binçavkirin û li Wanê jî hevserê Hediya Atman a ku bi saxî hate şewitandin Ahmet Ataman hate girtin. -
Li Osloyê Sefaretxaneya Rojavayê Kurdistanê tê vekirin
Li paytexta Norwec Osloyê Sefaretxaneya Rojavayê Kurdistanê ya ji bo 2 rojan hate vekirin. -
Aydogan: Divê tu zarok bêyî dayîk û bav neyên hiştin
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê ya hefteya 609'emîn de keça Nîhat Aydogan ê ku polîsan ew binçav kir û winda kirin Necmiye Aydogan got: "Divê tu zarok bêyî dayîk û bav neyên hiştin" û aqûbeta bavê xwe pirsî. -
Li Stockholmê wê li dijî qedexeya PKK'ê çalakî bê lidarxistin
Li paytexta Swêdê Stockholmê, Kurdistanî û dostên wan ji bo PKK'e ji 'lîsteya terorê' bê derxistin wê roja Yekşemê dakevin kolanan. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê ji ber pêşandanê daxuyaniyek çapemeniyê da. -
Rewşenbîrên Îranî li dijî biryara girtinê ya dewleta Tirk nerazîbûn nîşan dan
Nivîskar û rewşenbîrên Îranê yên surgunî ne, li dijî biryara dewleta Tirk a ku girtina rêveberên PKK’ê û Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm dixwaze, nerazîbûn nîşan dan û ji bo protestokirina dewleta Tirk dest bi kampanyaya îmzeyê kirin. -
Tehamûlî cenazeyekê jî nakin
Derket holê ku piştî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Karataş li navçeya Torbali ya Îzmîr hat veşartin, li goristanê pankartek bêrêzî hatiye daliqandin, Midûriyeta Goristanan jî li malbata Karataş geriyaye û gotiye gorê veguhezînin.