Tûrnûva bi sirûda Çerxa Şoreşê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Tûrnûva di çarçoveya kampanya ciwanan de ku bi "Bi ciwanên rêxistinbûyî re ber bi siberoja azad û Kurdistana azad ve" tê meşandin, hate lidarxistin. Bi giştî 10 tîm tevlî tûrnûvayê bûn.
Di destpêka tûrnûvayê de nûnerê rêxistina ciwanan axivî û destnîşa kirin, ku ciwa bi rêxistinbûyînê dikarin bersiva herî mezin bidin polîtîkayên talanker ên dewleta Tirk.
Tûrnûva piştî maçên navbera tîmên futbolê, bi qîrîna dirûşman qediya.