Li Reîmsê 38’emîn salvegera PKK’ê hate pîrozkirin
Li bajarê Reîms ê Fransayê 38’emîn salvegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin.
Li bajarê Reîms ê Fransayê 38’emîn salvegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin.
Di şeva pîrozbahiyê de gelek Kurdistanî beşdar bûn, axaftin hatin kirin, di axaftinan de wiha hate gotin: “Di serî de 38’emîn salvegara partiya me PKK’ê li Rêber Apo û hemû gelê Kurd pîroz be.
Wê sala 39’emîn bibe sala azadiyê. Wê li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst bi topyekûn bersiv bên dayîn û wê Erdogan winda bike.”
Di şevê de hunermend Xemgîn Bîrhat û Hozan Bêrîvan derketin ser dike û li ber sitranên govendê Kurdistaniyan heta derengiya şevê govend gerandin û salvegara PKK’ê pîroz kirin.