Li Sydneyê salvegera damezirandin PKK’ê hate pîrozkirin

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi aktivîteyekê 38’emîn salvegera damezirandin PKK’ê hate pîrozkirin.

Şeva pîrozbahiyê di kesayeta hemû şehîdên Kurdistan û şehîdên şoreşên cîhanê de bi rêzgirtinê destpê kir, hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Ronahî Xendîl û nûnerê KNK’ê yê Sydneyê Îsmet Taştan axaftin kirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku bi saya PKK’ê gelê Kurd û Kurdistan gihiştiye van rojan û bang li hemû Kurdistaniyan hate kirin ku hê xurtir xwedî li têkoşîn û berxwedanê derkevin.

Di aktivîteya bi heybet de hunermend Xanmîr,Hozan Roj , koma zarokan derketin ser dike, hesbest gotin.

Aktivîteya pîrozbahiyê bi gerandina govendê ve bi dawî bû.