Salvegera damezrandina PKK'ê li St. Raphaelê hate pîrozkirin

38. salvegera damezrandina PKK'ê li herêma St. Raphael a Başûrê Fransayê, bi şevekê hate pîrozkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş axivî.

Aktaş da xuyakirin, ku bi dehan salan hewl hatiye dayîn bi asîmîle, mêtîngerî û zîndanîkirinê, Kurd werin qedandin û got, "Gelê kurd bi ruhê berxwedanê yê bi rûmet, ti carî teslîmî saliman nebû û wê nebe."

Hunermendên Kurd Îbrahîm Rojhilat, Arjîn Peyman û Zerdeşt jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.