ROJANE
Hemû Nûçe
-
Gundê Orta xirab, Selamye û Memîre yên Mûsilê hatin rizgarkirin
Fermandariya Operasyona Kontrolkirina Mûsil di operasyona rizgarkirina Mûsilê de 3 gundên din ên dikevin Bakûr û Başûrê rizgar kirine. -
Li Helebê 76 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Di encama topbaranê de ku navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Koalisyona Niştîmanî ya li bajarê Helebê 76 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 80 birîndar bûn. Cenaze li kolanan in. -
Rêxistina Efûyê li dijî girtina komeleyan dest bi kampanyayê kir
Rêxistina Efûyê li dijî girtina 370 komeleyên li Tirkiyeyê dest bi kampanyayê kir. Rêxistinê xwest, biryara girtinê derhal bê betalkirin û bes zext li mûxalîfan were kirin. -
Komkujiya Dersîmê û AKP - Selahattîn Erdem
Em ji dil û can bawer in ku wê bi sedan egîdên Dersîmî û Kurdistanî ku ji aliyê faşîzma AKP'ê ve hatin zindanîkirin, wê her wek Seyîd Riza û Mazlum Doganan serî netewînin û li ber xwe bidin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Marbûrgê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li gundê Fronhaûsen ê bajarê Marbûrgê hat pîrozkirin. -
Dewleta Tirk nahêle heyeta PES'ê biçe serdana Demîrtaş
Heyeta Partiya Sosyalîst a Ewropayê (PES) a bi serokatiya Segeî Stanîshev, ku ji bo serdana Demîrtaş çû Edîrneyê, ji ber astengiyên dewleta Tirk nekarî bikeve nava girtîgehê. -
Keskîn: Pêşnûme li dijî pîvana wekheviyê ye
Keskîn destnîşan kir, ku pêşnûmeya parlamenterên AKP'ê ya li ser zewicandina zarokan bi tecawizkaran re, li dijî pîvana wekheviyê ye. -
Faşîzma AKP/Qesrê li Goteborgê hat şermezarkirin
Li bajarê Goteborg ê Swêdê, ji bo şermezarkirina faşîzma AKP/Qesrê û piştgiriya ji HDP'ê re, mîtîngek hat lidarxistin. -
Li Frankfûrtê çalakiya bîranînê: Em ê xeyalên wan pêk bînin
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, gerîla Ahmet Can û Fatma Yagmûr ên di mehên Îlon û Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. -
Kerestecîoglû: Hêviya me hûn in
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû, li Danîmarkayê tevlî konferanseke bi mijara 'Plana B a li Ewropayê' û civîna gel bû. -
Nîşaneya krîza aborî: Mûçe nikarin bên dayîn
Ji ber polîtîkayên hikûmetê, Tirkiye dikeve nava krîzeke mezin a aboriyê. Nîşaneyên destpêkê yên vê krîzê der bûn. Mûçeyê ku dewlet dide extiyaran, ev demeke dirêj e ji hezaran kesî re nayê dayîn. -
CÎK: AKP û Erdogan dixwazin civakê bikin civakeke destavêtinê
Civaka Îslamî ya Kurdistanê li ser qanûna destavêtinê ya hikûmeta AKP'ê daxuyaniyek da û got, "Çêkirina qanûna destavêtinê, rabûna li ber Xwedê ye." -
Li Bagcilarê 5 wesayît hatin şewitandin
Li navçeya Bagcilar a Stenbolê 5 wesayîtên parkkirî hatin şewitandin. -
Li Swîsreyê civîna li ser kampanya xwedîderketina malbatan a li hev
Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê, li ser kampanya xwedîderketina malbatan a li hev civînek hat lidarxistin. -
Kedkarê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol li Zurîchê hat bîranîn
Kedkarê rojnameya Ozgur Gundemê Mehmet Akyol ê 6'ê Cotmeha 2016'an hat veşartin, li kantona Zurîch a Swîsreyê hat bîranîn. -
Cejna vejînê li Wûppertal, Essen û Lyonê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn cejna vejînê pîroz dikin. 38. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Wûppertal û Essen ên Elmanyayê û bajarê Lyon ê Fransayê hat pîrozkirin. -
Şehîd li Parîs û Toûloûse hatin bîranîn
Şehîdên têkoşîna azadiyê li bajarên Parîs û Toûloûse yên Fransayê hatin bîranîn. Li Parîsê Şehîdên meha Cotmehê, li Toûloûse jî gerîlayên HPG'ê yên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. -
Partiya Sosyalîst a Ewropayê ji bo Demîrtaş diçe Edîrneyê
Heyeteke ji Partiya Sosyalîst a Ewropayê, ji bo dîtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diçe Tirkiyeyê. -
Kurdistaniyan, li Bremen semînera AKP’yiyan asteng kirin
Kurdistaniyên ku li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijîn, semînera li ser daxwaz kirin hemû mizgeftên Tirk ên li bajêr ku dihat pilankirin bê lidarxistin asteng kirin. -
Li Lubnanê operasyona qirkirina siyasî hate protestokirin
Li Beyrût a paytexta Lubnanê ji bo piştgiriya gelê Bakur û qirkirina siyasî ya li Kurdistanê protesto bikin çalakiyek hate lidarxistin. -
Li Sûssexê çalakiya piştgiriya bi HDP’ê re
Li herêma Sûssex çalakiyên piştgiriya bi HDP’ê re dewam dikin. Di çalakiya ku li navenda bajarê Worthîng ê li herêma Sûssex cih digire hate lidarxistin de, êrîşên qirkirinê yên AKP’ê hatin protestokirin û banga xwedî li HDP’ê derkevin hate kirin. -
‘Êdî dem ew dem e ku divê em bi hev re biçin pêş’
Endamê Desteya Rêveberiya BHH’ê Erkan Baş ê ku di mitînga ‘Em teslîm nabin’ de axivî û got: “ Em ne neçarin ku bibin koleyê Erdogan. Em li vir in, berdêla wê çi dibe bila bibe em teslîm nabin. Îro dem dema bi hevre ber bi pêş ve pêngavê bavêjin.” -
Li Luzernê ji bo Karadere bernameya bîranînê
Li Luzern a Swîsreyê ji bo welatparêzê Kurd Okkeş Karadere ku jiyana xwe ji dest dabû, bernameyeke bîranînê hate lidarxistin. -
Li Parîsê li meşa pêşiya Sefaretxaneya Tirk şer derket
Li Parîs a paytexta Fransayê li meşa ku Sefaretxaneya Tirkiye piştgiriya wi dikir de, di navbera beşdervan û Kurdên ku mîtîngê protesto dikirin de şer derket. -
Ji welatiyên Cerablûsê li dijî dagirkeriya Tirkiyê xwepêşandan
welatiyên Cerablîs li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandanekî protestoyî li dar xistin.