ROJANE
Rojnamevan Tugçe Tatarî, anî ziman ku merasîma şewitandina çekan a li Casenê, wekî destpêka serdemeke nû ye û got ku ji bo ev pêvajo bibe aştiyeke mayînde, divê dewlet gavên qanûnî bavêje û deriyên diyalogê ji bo her kesî vebike.
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna dawî ya li Mûşê de axivî û bertek nîşanî nehiştina hevdîtinan a 40 rojan a li Îmraliyê da û got: “Parlamento ji bo qanûnên çarçoveyê li benda çi disekine?”
ÎHD'ê "Rapora Şopandina Pêvajoya Aştiyê-PKK" weşand û diyar kir ku biawîkirina şer ji bo aştiyê gaveke girîng e, lê belê ji bo pêkhatina aştiya mayinde pêwîstî bi reformên berfireh heye.
Serokê baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ji bo mayindebûna pêvajoya aştiyê divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin û got, "Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin. Ji bo mayindebûna aştiyê divê gavên hiqûqî tavilê bêne avêtin.
Fîlozofê Emerîkî Michael Hardt nameyek ji Rêber Apo re şand, bal kişand ser şer û êrişkariya emperyalîst û got, "Ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin."
Hemû Nûçe
-
-
-
Li dijî faşîzma AKP’ê nimêja înê ya sivîl
Kurdistaniyan li dijî faşîzma AKP’ê li paytexta Elmanya Berlînê û Essen û Hambûrgê nimêja înê ya sivîl kirin. Piştî nimêjan, hat destnîşankirin ku olê Îslamê li dijî zilma zaliman fermana alîgirtiya bindestan dide.
-
-
‘Pêvajoya gavên nû û xurt in’
Rêveberê PEN-Kurd Oremar: Erdogan ji qederên reş ên dîktatorên li Rojhilata Navîn encam negirtiye. Ew bi israr hewl dide vebêje ku bi xwe hêzek li ser qanûnan e û bi vê boneyê jî difikire ku dikare tevahî daxwazên xwe yên derveyî qanûnan pêk bîne.
-
-
-
Salona xirabûyî tê tamîrkirin!
Salona Dawetê ya Can Dost a aîdî Mala Cem a Yamanlarê, ku piştî destwerdana polîsên Tirk beşek wê hilweşiyabû, ji hêla komek Elewiyan dîsa tê tamîrkirin.
-
-
-
-
Di kampanya FIJ’ê de 7 hezar îmze hatin berhevkirin
FIJ a ku li 140 welatî 600 hezar endamê wê hene, bi armanca destekdayina rojnamegerên Kurd û Tirk kampanyak da destpêkirin. Hate ragihandin ku hedefa kampanyayê 10 hezar îmze ne û heta niha 7 hezar hatine komkirin.
-
-
-
AKP’ê parlamenterên Awûstûryayî jî asteng kir!
Parlamenterên Awûstûryayê yên xwestin ku ji bo HDP’iyên girtî li ber Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyaniyê bidin ji hêla jendermeyên Tirk ve hatin astengkirin. Parlamenteran li otorêyê daxuyanî dan, xwestin ku li dijî Tirkiyeyê dankirin bikevin meriyetê.
-
-
-
Dosta Kurdan Sîw Homa jiyana xwe ji dest da
Parêzvana mafên mirovan, antî-emperyalîst, femînîst, dosta gelê Kurd û gelên bindest, wekîla berê ya Partiya Çep Sîw Holma ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.
-
Hunermendan dest bi kampanya îmzeyan kirin
Hunermendên bi pêşengiya HDK-Elmanyayê li hev civiyan, li dijî êrîşên qirkirinê yên faşîzma AKP/Qesrê dest bi kampanya îmzeyan kirin. Di metna kampanyayê de tê gotin, "Em ê ti carî serî netewînin û ji sedî sed bi ser bikevin."
-
-
-
-
-
Dîsa TOKÎ, dîsa rant
Hikûmeta AKP/Qesrê ji roja ku bûye desthilatdar û hetanî niha li bajarên cihê yên Tirkiyeyê, bi navê TOKÎ’yê mohra xwe li gelek nehiqûqiyan daye û daxwaz û bertekên gel ji nedîtî ve tê.
-