BI DÎMEN

Li Yewnanîstanê meşa hevpar a li dijî dîktatoriya Erdogan

Li Yewnanîstanê, di salvegera çalakiyên dijî cûntaya Serhengan de, Kurdistanî li dijî dîktatoriya AKP-Erdogan meşiyan.

Êrîşên qirkirina siyasî yên rejîma AKP/Qesrê yên li dijî HDP û gelê Kurd, li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi meşekê hatin şermezarkirin. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Syrîza jî di nav de gelek komên çep, sosyalîst û anarşît beşdarî meşê bûn.

Bi sedan Kurdistanî li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Yewnanîstanê tevlî meşê bûn û pankarta bi nivîsa "Na ji dîktatoriya Erdogan re" hildan. Di meşê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.

Kurdistaniyan li ber Sefaretxaneya Bilind çalakî pêk anîn. Sekreterê Desteya Navendî ya Syrîza Panos Rîgas û Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Syrîza Yannîs Boûrnos Kurdistanî ziyaret kirin.

CÛNTA SERHENGAN

Li Zanîngeha Teknîkê ya Atînayê, 34 ji xwendekarên li ber cûntaya Serhengan rabûn, di 17'ê Mijdara 1973'an de di serdegirtineke danê sibehê de jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan xwendekar jî birîndar bûbûn. Îsal jî bi dehan çalakî hatin lidarxistin û cûnta hate şermezarkirin.